Gönderi

128 syf.
·
Not rated
-BA- WE JÎ DİFİRÎNE GELO?
Wekî ez di her lêkolîna xwe de behsa nivîskarê pirtûkê dikim ez ê di vê lêkolînê de jî behs bikim. Lê bi awayekî din; min lêkolîn li ser pirtûka Bextiyar Elî ku bi navê "Hinara Dawîya Dinyayê" kiribû lê bi giştî jî min ne li ser pirtûkê kiribû min li ser jîyana Bextîyar Elî kiribû. Îcar ez divêm di vê lêkolînê de jî ne hewceye ez dîsa behsa jiyana wî bikim. Lînk ezê deynim xwarê di wê linkê de hûn dikarin jiyana wî hîn bivin. Û ez ji we tika dikim jiyana wî jî bixwînin berî lêkolînê. Nebî nebî paştguh bikin. Yaw çawa ku mirov ji xwe re cilek, kincek yan jî tiştek xwarinê distîne pêşî li marqa wê dinihire hêja distîne, nivîskar jî wisa ne li ber çavê min. Mirov jîyana nivîskar hîn bike ez divêm yê baştir pirtûkê fam bike. Çikû pirtûk ji destê nivîskar dertê û ne pêkane ku tiştek ji jiyane nivîskar di nav pirtûkê de tune be. Ji ber wê dîsa tika ji we dikim jiyana niviskar bixwînin. Lînk; #149059102 Û lêkolînê li ser pirtûkên Bextiyar Elî jî ne ewqas hêsanin. Ez jî dudilîyê de bûm ku binivîsim yan nenivîsim. Lê edî me xwe tê da :). Navê pirtûkê wekî hûn jî dizanin -Apê min Çemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir- Yê ku pirtûkê hêja nexwendibe jî edî ku sernivîska pirtûkê bixwîne pir hindik, di derheqê naveroka pirtûkê de digihîje hinek fikran. Mirov çawa dikare bifire, ne pêkan e newsa? Ê ji xwe pirtûk, fîlm yan jî rêzefilm jî tiştên ku di jiyana mirovan de ne pêkanbe, pêkan dike. Haaa ahaaa!!! Îcar ji bo min jî tiştên hêja ew e ku mirov di nav van tiştên ne pêkan de peyamek, bide xwendevanên xwe ku ew peyam di jiyana wan û zindîde kêrî wa were. Bextîyar Elî van peyaman ez divêm di tev pirtûkê xwe de jî dide, ji ber wê ye ku nivîskarik gelek hêjaye. Di vê pirtûkê de jî nivîskarê me hêja peyamek xweş dide xwendevanan. Ba, çawa mirovan difirîne? yan jî mirovek çawa dibe ku ba wî bifirîne.? Di pirtûkê de zilamek, yanê lehengê pirtûkê Cemşid Xan ewqas ku zeif, qels dibe edî ba dikare wî bifirîne. Bayek hema piçek xurt be jî, dikare wî bifirîne. Û her çiqas Cemşîd Xan derê dervajî kindîran li wî û li dû heb brazîyên wî girêdidin da ku ba wî nefirîne. Û pirtûk bi bûyerên wisa berdewam dike. Wekî hûn dizanin, ev tişt ne pêkan bû ku di jîyana zindî de were serê kesekî. Lê wekî min go di pirtûka de peyam zehf girînge. Di jiyana zindî de ne hewceye ku -ba- bive sedemê firînê. Yan jî ne hewce ye ku mirov bi bayê ra were heddê -firine- Gelek kes hene, dive ku em jî ji wa kesa bin. Fikrê wan zeîfin, fikrê wa fikrê kesên din in. Jiyana ku dijîn ne jiyana wan bi xwe ye. Hinek zarok hene e'ynî wekî dê û bavê xwe ne, wekî wa difikirin wekî wa dijîn yanê fikrê dê, bavan û çewt rexne nakin û bi fikrên rexnekirî, bi fikrên nû wan fikran nakin tevlî jiyana xwe. Yan jî ez ji zanîngehê dizanim ku keç û xortên me jiyaneke din dijîn. Yanê ez xelet neyêm fam kirin ez navêjim ku bila li gor fikrê dayik û bavên xwe hereket nekin yan jî li zanîngehê li kêf û zewqa xwe nerênin. Lê ez wisa rexne dikim; kî dixwaze bila fikrû ramanên dê û bavê xwe yan jî hinek kesên dina bistîne, bila kêf û zewq bikin lê bila -bi korîtî- xwe bi tişta ve girê nedin. Mirov bi ber bayê her kesî bikeve, fikr ne fikrên me bin, jiyana ku em dijîn ne yê me be, yê hinek kesên dina bin, wekî lehengê pirtûkê Cemşid Xan, ê kindîrê me jî di destê wan kesan de be ku em fikrê wa ye û jiyana wa em dijîn. Lê her tim jî dawîya tişta girînge. Mirov çiqas bi ber bayê kesên din jî bikeve( ji xwe ne pêkane ku carînan mirov bi ber bayê kesên din nekeve ) tiştê girîng ew e ku di dawî de mirov bive -Xwe.- Di dawîya pirtûkê de jî lehengê pirtûkê Cemşid Xan ji birazîyê xwe ra wisa dibêje; -Tu dikarî ji hemû kesî ra bêje... Ji hemûyan re... Ez edî ne ew kesim ku ba min bibe.- ( rûpel 126 ) Çawa em Kurdên li Tirkiya ji destê dewleta Tirko dikşînin Kurdên İraqe jî wisa ji destê dewleta İraqê dikişînin. Gava tu pirtûkê dixwînî, di te dide hîshîsandin nivîskar. Wergerê ve pirtûkê baş bû. Lê zimanê Bextîyar Elî li gor Hesenê Metê, Helîm Yûsiv... Piçek girantire. Û ez divêm ku we Bextiyar Elî jî xwend bi vê pirtûka wî dest bi xwendina wî bikin. Wekî min di jor de jî û di lêkolîna xwe din de jî men çend cara got jî, ez ê dîsa dubare bikim. Bextiyar Elî jî û pirtûka wî jî gelek hêja bûn. Xwe ji vî nî'metî bêpar nehêlin. Hêvîya min jî ew e ku em bi ber her -bayî- nekevin û her -ba- me nefirîne. Çikû ez miorvên wisa dibînim Xweda woo bê lome be!!, lê dilêmin ji wa li hev dikeve, ji wa sar dibim. Bi ber -bayê- min jî nekevin haaa!!! ::)))
Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir
Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibirBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 201287 okunma
··1 quotes·
1,723 views
Miheme okurunun profil resmi
EZ HÊVÎ Û SED RICA JI WE DIKIM KU WE HETA LÊKOLÎNÊ NEXWEND NE ECIBÎNIN JÎ!!!!
Ronahî okurunun profil resmi
Te çi xweş kirîye û nivîsiye. Te pîroz dikim. Ji xwe li ser Bextiyar Elî lêkolîn nivîsandin dil dixwaze. Erê zimanê Elî giran e lê xwendina wî ji gor min baş e.. Destê te sax be... Dembaş..
Miheme okurunun profil resmi
Welleh heta ji destê min were, ez ê li ser nivîskarên me lêkolîn bikim, çikû gelek hêjane û xweş jî dinivîsin. Orhan Pamuk ê Tirka hebe Bextîyar Elî yê Kurda jî heye, Çehovê Rûsa Hebe Hesenê Metê Kurda jî heye.... Û zimanê wî jî wekî te got girane lê hêjaye ku mirov wê zehmetîyê bikşîne û bixwîne. Wekî tu jî dizanî mirov bi zehmetî digihîje tiştên xweş. Ji bo şirova te jî gelek Spas dikim, zehf kêfxweş bûm. Dembaş. Û keremke lêkolîna pirtûka Hesenê Metê, epîlog ê :) #153420951
1 next answer
Bu yorum görüntülenemiyor
Rover okurunun profil resmi
Gelek xweş bû. Were ser tirsik.net jî binivîse heyran /)
Miheme okurunun profil resmi
Spas dikim. Tirsik.net ez hêja nû seh dikim
1 next answer
Jan okurunun profil resmi
Rojbaş Destê te saxbe bira. Ji xelkê biqere em gelek caran li ber bayê xweyî derewî dikevin.
Miheme okurunun profil resmi
Rojbas keko. Erê Welleh ez jî wilo me :)
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.