Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

712 syf.
·
Puan vermedi
Bajarê Mosîqarên Spî
Ev pirtûk çîroka herî dirêj bû ku ji zarokatiya xwe ve ez lê guhdarî dikim(dixwînim). Berî ku nêrînên xwe û çend gotinan di derbarê vê pirtûkê de binivîsim dixwazim pêşî hestên xwe bînim ziman. Herwiha dema min dest bi pirtûkê kir û ez hêdî hêdî pê ve çûm min xwe weke lehengê qirase Mîrze Mihemed hizir kir. Ez jî weke wî terayî bîrekê bûm ku heft roj û heft şevan encax ez gihaştim binê bîrê û di heman demê de gihaştim dinyayeke din. An jî ger ez mînakeke din bidim herwekî Alîs(Alice)a Lewis Carroll ku li pey kêvrûşkekê diçe û ji nişka ve dikeve bîreke kûr, çaleke kûr û di heman demê de dikeve gerdûneke bi efsûn. Ji mêj ve ye ne dema ku ez dinivîsim ne jî dema ku ez dixwînim ewqasî bi qonsantre neketibûm nav çîrokekê. Lehengên pirtûkê tev bi awayekî xwe, bi taybetmendiyeke xwe teqez efsûnî bûn lê hin ji wan hebûn ku bi her awayê xwe efsûnî bûn heta ez karim bibêjim ku ew bi xwe efsûn bûn. Sê muzîkjenên ku bi eşq û hêza bilûrê li ser avê dimeşin, destê wan digihîje heyvê, ji bayê fehm dikin, dengê baranê dibihîsin... Zilamekî ku du hespên spî tim û daîm di mêjiyê wî de didin çargavê û dibin ezabê gunehê ku heta niha kiriye. Herwiha tekane kes e ku ji gava çêbûye û heta mirina xwe weke dareke porteqalê, weke bexçeyekî porteqalê bêhn dide.. Jineke ku li pey cendekê birayê xwe û evîndarê xwe bajar bajar digere û hemû êşên şer û dinyayê daye milê xwe.. Bijîşkekî ku dilê wî tenê ji parastina başîtiyê û ji bo veşartina amûrên hûnerê lêdide.. Zilamekî ku ji şeveqê heta êvarê şewka xwe davêje avê ji bo ku mêraniya wî ya ku hatiye jêkirin bibîne.. Leşkerên ku ji guhên kuştiyan koleksiyon çêdikin... Du bilûrvan û mamosteyekî efsûnî ku ji dengê ba, baran, av, ewr û hwd. newayên bi tilism, melodiyên bi efsûn diafirînin. Sê muzîkjenên ku bi hêza bilûra xwe li ser avê dimeşin, bi hêza muzîkê difirin û dîsa bi hêza hûnerê derbasî Bajarê Mosîqarên Spî, bi gotineke din derbasî pişt çiyayê qafê dibin... Bextiyar Elî, tim û daîm cihekî taybet ava dike di romanên xwe de. Cihekî ku bextreşên dinyayê, birîndarên evîndariyê, rêwiyên bê rê, kesên bêkes tê de dijîn. Bi gotineke din cihekî ava dike ji bo kesên ku ji civatê bi awayekî aforoz bûne. Ev der carinan dibe daristanek(Êvareya Perwaneyê) carinan dibe binê dareke hinarê ( Hinara Dawî Ya Dinyayê) Di vir de jî em bajarekî wisa dibînin ku yên laşê xwe difiroşin, yên birîndar, yên ku li termê nasekî xwe digerin, yên poşman, yên rêwî, yên birîndar, yên ku ji şer direvin, yên ku ji xwe direvin hwd. tev tê de ji xwe re cihekî dibînin. Bajarek ku ji her kesî re cih heye, bajarek ku ji nexweşekî re nexweşxane, ji rêwiyekî re siya darê, ji gerokekî re tasek av û gepek nan e. Herwiha pêwendiyên romanê yên xurt di vî bajarî de girêk digirin û dîsa roman di vî bajarî de şax dide. Serlehengê romanê Celadetê Kotir, lehengekî efsûnî ye. Herwiha li ser benekî dimeşe ku aliyê wî yî rastê xewn e û aliyê çepê rastî ye weke bendbazekî geh bi aliyê rastê ve xwar dibe geh bi aliyê çepê ve. Di vir de dixwazim bibêjim ku Bextiyar Elî romannûsekî qirase ye ku ji çîrokên gelê xwe romaneke nûjen û bêhempa ava kiriye. Di serê romanê de herwekî xwendevan li ber deriyê avahiyeke ji sedsala bîst û yekemîn bisekine rastî deriyekî gelekî nûjen tê(ez di vir de qala vegotina nivîskar dikim) lê çawa ku wî deriyî vedike û berê xwe dide jor dibîne ku tawanê wî xaniyê ku nivîskar ew xistê, ji kêranên şil, ji zilên zer û ji kelpîçan avabûye. Herwiha di nîvê jûrê de sobeyeke qoçikan gulpe gulpa wê ye û yek tiştekî nûjen yên sedsala 21. tê de tune ye. Xwendevan her ku li ber wê sobeyê germ dibe bîrdanka wî jî zorê didê û wî dibe zarokatiya wî ku bi şev di tariyê de mezinan jê re çîrokan vedigot. Ziman bi min pir xweş bû, werger baş bû li gor min helbet di hin ciyan de lawazî bivê nevê dê çêbûbe. Lê bi gelemperî min eciband. Şêwe û vegotin heta dawî jî xûrt bû tenê dirêjiya romanê dibe ku xwendevan hinekî aciz bike. Sê sed rûpelê pêşî weke avê herikî lêbelê ger ez rexneyeke neyînî bikim dikarim bibêjim ku du sed rûpelê paşî herwekî nivîskar bixwaze ku roman dirêj bibe xebitîbe(ango roman ne xwezayî dirêj bûbe, bi zorê dirêj bûbe) hat ji min re. Vê yekê ez aciz kirim lê dibe ku ji pêvajoya jiyana min jî ev tişt bi min wisa hatibe(herwiha ez ji ber nexweşiyeke belqitî ji canê xwe aciz im) Tiştekî din jî weke çavdêriyekê dixwazim bibêjim. Herwiha 'balinde' di romanên Bextiyar Elî de xwedî cihekî taybet û efsûn in. Di vê romanê de jî balinde dîsa li pêş çav in. Nizanim gelo ji xwesteka serfiraziyê, azadiyê ye ev hêma an tesadûfek e. Ji min re wisa tê ku nivîskar ji jiyana li ser erdê tiştê ku para wî ketiye nestindiye an jî jê hatiye stendin û ew jî bi rêya balindeyan jiyana xwe li jor dixwaze û herwiha jiyanek li jor afirandiye jî. Ez dikarim vê nivîsê gelekî dirêj binivîsim lê ditirsim wî çaxî kesê vê nivîsê bixwîne hewcedariya xwendina vê pirtûkê nebîne. Helbet vî tiştî jî ez qet naxwazim. Tenê tiştekî dixwazim lê zêde bikim ji bo xwendekarên jin yên ku dê vê pirtûkê bixwînin. Bextiyar Elî di perafeke vê romanê de tiştekî ku min pir êşand anî ziman. Herwiha ji ber ku heman tişt li cihê ku ez dijîm ango li welatê me jî heye ez pir êşiyam. Herwiha jineke kurd tenê ji bo ku zilam Ereb e dixwaze ku xwe nêzî wî bike, dixwaze pê re bizewice. Bi gotineke din yê Ereb ji yê Kurd bêtir bala wê dikişîne. Bêyî ku li delaliya wî an jî başîtiya wî binêre, tenê ji bo ku ew zilam endamekî gelê serdest e jina Kurd xwe nêzî wî dike. Helbet Bextiyar Elî giraniya vê perafê zane ji ber vê yekê çawa hevok diqede lêborîna xwe dixwaze. Ev lêborîn jî bi min ecêb hat digel ku ev rexne rastiyeke mezin e em hîn jî nikarin di derbarê hin tiştan de bi rehetî rexneyên xwe bikin. Li cem me jî dema keçek bi Tirkekî re dizewice pozbilindî dike, xwe pê qure dike, xezûr û xesû bêtir ji wî zavayî hez dikin. Bi gotineke din ev tişt weke serkeftinekê tê dîtin. Keçên kurd heyamekê bi zanebûn li zilamê biyanî li yên serdest ango li kesên tirk digeriyan. Ez li zaningehê gelek caran rastî vê rewşê hatim. Helbet ev tişt kêm be jî di nav zilaman de jî heye lê nexasim di nav keçan de gelekî zêde ye. Naxwazim vî tiştî tenê bi bindestiyê bînim ziman ev tişt ne tenê derûniya bindestiyê ye, na teqez ev tişt bêtir girêdayî kesayeta mirovan e jî. Tika dikim jinên ku vê nivîsê bixwînin berî ku nifiran li min bikin bila çavdêriya derûdora xwe bikin û bila kesayet hertim ji derûniya serdestiyê pêştir were. Şanaz im ku Bextiyar Elî bi Kurdî dinivîse. Mala wî û weşanxaneyê ava be û helbet mala wergêr û xwendekarê kû dê bixwîne jî.
Bajarê Mosîqarên Spî
Bajarê Mosîqarên SpîBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 20219 okunma
··
1.288 görüntüleme
Miheme okurunun profil resmi
Spas spas û dîsa spas ji bo vê lêkolîna xweş û berfireh. Dest û dilê te û Bextiyar Elî saxbin. Hûn her hebin.
Jan okurunun profil resmi
Dest sax Mamoste
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.