Gönderi

103 syf.
·
Not rated
Divê Çîyayên bilind Ji Kokê Werin Rakirin!!!
Dîsa nivîskarek ku ne li welatê xwe ye, li welatên xerîbîyê ye: Fawaz Husên. 1953 an hatîye dinê hêja saxe. Li Fransa'yê dijî. Vê pirtûka ku bi zimanê dayîkê hatîye nivîsin mixabin min xwedîyên zimanê ku dixwazin ev zimanê dayîkê bê ji bîrkirin xwend. Ji ber ku min ev pirtûk dikana kevnefiroşên pirtûka dît û ew derfetê min û ku ez bêjim bila pirtûk bi eslê xwe be tune bû min jî bi zimanê Tirkî xwend. Û wekî hûn dixwînin û dibînin jî ez lêkolînê bi Kurdî dikim edî çiqas wê Xwendina Tirkî û lêkolîna kurdî li hev bikin ez nizanim. Werhasilê ji nivîskar jî û ji we jî lêborînê dixwazim. Min çi xwend ez baş nizanim a rastî. Nizanim ji ber ku wextên min pirtûk dixwendin ez baş lê miqate nebûm, pirtûk wekî roman derbas dibû û min jî weka romana xwend û ne roman bû yan jî pirtûkek giran bû nizanim edî. Lê ji ber ku min pirtûk wekî formata romanê xwend heta ji destê min were çiqas xeletî be jî( dibe ku ne xeletî be jî ) dîsa bi formata min roman xwendibe ez ê li ser pirtûkê şîrove û lêkolîn bikim. Pirtûkê de cîhek derbas dibe jê re dibêjin Amîdabad. Û ev Amîdabad jî ez dibêm nivîskar weke navê welat lê danîye. Û ev welat, Amidabad bi leşkeran tê talan kirin û Koç dest pê dike. Lehengê pirtûkê zilamek bê nave. Û ev leheng jî koç dike Fransa' yê. Û li Fransayê tim û daîm bi hesreta Amidabad ê dijî. Piştî ku ji Amidabad ê koç dike jiyanek wî bi tenduristî çê nabe. gava ku xwendevan pirtûk dixwîne dibîne ku Nexweşîyên derûnî li lehengên pirtûkê de xuya dikin. Leheng Bi xeyalên Amîdabadê radizê, bi bîranînên Amidabad ê rojên xwe diqedîne... Jîyan wî Amîdaba dê tevlî jîyana wî Fransa'yê dibe û ti xêrek ji jîyana xwe nabîne.... Zimanê pirtûkê gelek gelek xweş bû ji bo min. Hevokên qin, peyv û hevokên bijartî û bixeml. Lê ez dikarim bibêjim ku bûyer di pirtûkê de qet derbas nabin. "Em bi milyonan bûn; Me dikaribû çiyayên bilind ji kokê rakin, bi mîza xwe lehiyan çêbikin, lê hafiza me tune bû; Me li ser sînorên biyanî xwe dispêra çareseriyên hêsan"( rûpel 12 ) Wekî ku di jêgirana pirtûkê de jî derbas dibe pişti koç a, piştî asîmîlasyonên dijmina jî em dîsa bi milyonan bûn em dikaribûn çîyayên bilind ji kokê rakin, em dikaribûn tiştên ku nepêkan bû em pêkan bikin lê mixabin, mixabin( bese edî ev mixabinên me jî ) me xwe sipart çareserîyên hêsan. Me xwe sipart çareserîyên dijwar. Wekî ku ji bîrkirina zimanê dayîkê hîn kirina zimanê xwedî polîtîkayên asîmîlasyonê dijwartir e li gor min. Wellehî bese edî yaw heta kênge yê nivîskarên me li welatên xerîbîyê wê binivîsin, heta kênge yê kal û pîrên me di mizgeftan de wê xutbeyên bi zimanekî biyanî, bi zimanekî jê fam nakin wê gohdar bikin, heta kênge wê dê û bavên me law û keçên xwe ra ne bi zimanê dayîkê wê bi zimanê biyanî xeber bidin, heta kênge em bi zimanekî biyanî pedagojîyê bistînin.... Heta sibehê ez zilma dijmin û me jî ku xwe tevlî zilma wa kirîye û me li xwe zilmê kirîye dikarim bi navnîşan bikim. Lê wê kêrî çi were? Ji êşê pêştir qerî tiştek din nayê bawerke, her Kurd jî bi wê êş ê nizane mixabin. Ku zanibûye zûda me çîyayên bilind ji kokê anîbû xwarê. Ez bawerim ku hinek yê qet nexwînîn hinek jî yê bêjin evî dînê ha çima ewqas tije bûye.... Lê yê wisa dibêjin û difikirin jî bila zanibin ku agir bikeve daristanêkê terr û hişk tevî dişewitîne. Ji ber wê ez dibêjim yên terr ne mecbûr in kû di agirê we de bişewitin. Çima ji gunehên we yên terr jî dişewitin?. Hêvî nakim!! bese edî em dawîya lêkolînên xwe bi hêvîya tînin. Edî ez dixwazim ku em hişê xwe bînin serê xwe û em milyon mirov çîyayên bilind ji kokê rakin...
Amidabad
AmidabadFawaz Hussain · Avesta Yayınları · 200424 okunma
··
524 views
Jan okurunun profil resmi
Mixabin hêvî kirin karê ji xwe ne baweraye
Jan okurunun profil resmi
Çîya û çîya
Miheme okurunun profil resmi
Di ser de jî bê hişmendî û dîsa bê hişmendî mixabin
2 next answer
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.