Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

254 syf.
10/10 puan verdi
Sînê
Çiqas rewşek cûda ye mirov bimîne bin bandora Pirtûkekê de. Mirov dikevê valahiyekê de û kêmasîyek. Dema ew pirtûk xilas dibe mirov dibeje qey ew pirtûk mir û carekedin wê pirtûke nabine weka hezkirî yek mirov bimire û hew were xûy- akirin. Nizanim min çend çixare agir kir piştî xilaskirina vê pirtûkê û çend stran guhdar kir. Ma çima heta nûha min ev pirtûk ne xwendibû û nivîskarê vê pirtûkê birêz Dilşad Mûtî nas ne kiribû. gundê wî ber tenişta gundê me bi çavan xûya dike pê seyarekê rêya 10 dq. ez çiqas ber xwe ketim û min ji xwe şerm kir. Çîroka vê pirtûkê gelekî dirêje weka ji pênûsa mamoste ka em lê binêrin ka ev pirtûk çawa hatîye nivîsandin: "Min di sala 2002an dest bi nivîsandina vê romanê kir û nîvek jê, wê demê nivîsand. Piştre ez ji Tirkiyeyê koçî Almanyayê bûm û min li vira dest bi xwendina zanîngehê kir. Hem ji sedemên cîguhezî hem jî ji giraniya dersên zanîngehê ez neçar mam ku navberê bidim nivîsandina romana xwe. Di nîsana 2010an de min xwendina xwe ya zanîngehê kuta kir û hê ji nû ve dest bi nivîsandina romanê kir. Yanî ev roman nîvek jê li Tirkiyê, nîvê dî li Almanya di navbereke dirêj de hatiye nivîsandin. Herçendî ev navbirka nivîsandinê dirêj jî be, min hewldaye, ku ez li ser qalib û bingeha destpêkê bisekinim. Bi hêviya zêdeyiyek li pirtûkxaneya Kurdî, îro min dawî li romana xwe anî. Berî niha bi deh rojan zêdeyiyek li min çêbû û Xwedê keçek diyarî me kir. Ez vê romanê diyarî Periya xwe dikim. 22.01.2011" Çîroka pirtûkê xwe weka romanekê ye mirov dikare li ser nivîsandina pirtûkê xwe jî Pirtûkekê binivisîne. Pirtûkê de behsa çê dike: - Xwendivanên Kurd (yê zanîngehê) -Ol (din) -Komûnîzm, Sosyalîzm -Nîjadperestin tirkan -Gelê Kurd -Evin Ka vica werin em hinekî liser van mijara hinekî ji xwe re biaxivin. - Xwendivanên Kurd (yê zanîngehê) Her min çiqas dibistan 8 salan xwendibe û ne çû bim Zaningehê ji li ser vê mijarê hinekî zanyarîm. Xortên me yê Kurd dema diçin metropolên tirkan, zanîngehên li Rojava, Ji wan xortan hinek rastîya xwe dibinin û hinek jî rastî û eslê xwe dûr dikevin û gelên wan jî tên guhertin. Weka em hemû dizanin li zaningeha xortên Kurda li hev kom dibin û li ser êrîşên nijadperesta xwe diparêzin bi vê komê. û weka seminera nav xwede çê dikin û li ser Dîrok, Çanda, Zimanê xwe diaxivin, dixwînin û hînî dibin. Ev tiştekî başe lê tehmê dernekeve. Mînak em li ser -Komûnîzm, Sosyalîzm- biaxivin lê van koma de qasî li ser van tişta disekinin li ser Kurd û Kurdistanê nasekinin. ez nabêjim çima li ser nasekinin ez tenê dibejim cara ewîl hewceye ziman, maf, û ax a xwe bifikirin û ji bo van tişta bixebitin ji. paşê bila bikevin û bikolin fikr û ideolojî yên din. Ji pirtûkê: “Rast e, guhertin baş e, lê ne ku mirov ji esl û qalikê xwe derkeve. Ezê çi ji komînîzma ku ewropiyan kirî bela serê dinyayê bikim. Ew bi xwe baweriyê pê naynin û binêre kesek ji wan êdî li pey naçe. Lê tu li xort û qîzên me binêre. Tu dibê qey xilasiya me tenê di wir de ye. Çandeke min a kevin, esîl û însanî heye. Çima ez li pey wê neçim. Ez nabêjim ji sedî sed her çand û edetên me baş in. Kêmasiyên me pir in û bila em li ser wan bisekinin û xweştir bikin û bikezêxin. Yanî ne ku ez li hemberê guhertinê me. " -Ol (Dîn) Ez nakevim nav ol ên cihanê tenê li ser Kurd û baweriyên Kurda ezê binivisînim. Weka hûn hemû dizanin li ser axa Kurdistanê ji her Ol ê û bawerîyê Mirov henin. Û hemû kes bi azad ol û bawerîya xwe dijî. Mînak: gerîlayên serê çiyan binêrin. Yê bawermend yê bê bê bawerî bigre û çepgir, deîst, humanist, hwd... Bi hevre şoreşê dikin ji bo gelê Kurd . Ev jî raste nav me de jî kesên serên wan hişk û bi tenê xwe difikirin hene wekhevî û azadiya mirov li wan xerîb tê. Û wekî din jî ser navê ol gelektir ser navê îslamê Kurdên me gelekî hatine xapandin. Ji pirtûkê: "Dijmin bi rêya olê milletê me dixapînin û seba vê yekê divê em rêyên wiha li ber wan bigrin. Erbeqan di propagandaya hilbijartinan de dema ku ji Mûşê diçe Wanê heft caran nimêja nîvro dike." Gorî fikra min Kurd li ser Ol a xwe ya herî kevnar (Zerduştî) sekinîba nûha yekîtîya wa jî hebû. Mînak li ser Êzîdiyan binivisînim gelê me yên Êzîdî ji ber ku ola ji bawer dikin li Rojhilata Navîn her dem tên rexnekirin û tên qetilkirin. ji ber vê zilma lê wan tê kirin ew jî xwe li hev kom dikin û xwe diparêzin bi hevre. Yekîtiya wanê heta vê rojên anî yî , yekîtiya wayî li ser bawerîyê ye. -Gelê KURD Dîroka vî gelî bi xwînê hatîye nivîsandin. Û pêşerojê de jî yê bi xwînê were nivîsandin. Ez vê carê behsa Bedewî ya gelê xwe nakim ezê behsa qirêjiya gel bikim. Pirsgrêkên me: Ne Ji alîyê dijmin dema ji alîyê birayên xwe mirov were kûştin mirov gelekî xemgîn dike. Ma me hindik alikariya dijmin kir şewitandina gundan, şewitandin xwezayê, kûştina gel, girtina gel. ev pirsgirêkên wûsa nav me Kurdan de gelekî belava ye. Em gelek caran durû ne minak behsa derdora xwe bikim: Kesê berî milîsên Kurdan nûha bûye xulamê dijmin. Behsa çar alîyê welat bikim: Şûna em bibin yek qet,em dibin deh qet Xelkê re em başin: Ji xelkê re çav vekirî ji gelê xwe re koremar Doza xelkê re em pêşeng in: Ji xwe re qels ji xelkê re şêr Em behsê bikin em ji bin dernakevin em herin hinekî behsa evînê bikin û dawîya lêkolînê bînin. Helbestek min: -EVÎN Ax çiqas peyvek mezin û spehî ye... Carna dilşadî û gelek,gelek caran xemgînîye. Hem Girî û hem ji kene... Carna derewe û carna jî rastiye Carna dibe sedama mirinê Û carna jî dibe hatinek nû dinyayê Evîn welate Welatekî navê wê hatiye qedexekirin Zimane, zimanekî xwestine were ji bîrkirin Dîroke, Dîrokek naxwazin were qebul kirin Çande, çandeke kevnare Şoreşgerin, çiya û çiya digerin Evîn hinekî tu û gelkî welate Bi mînin xweşî yê de
Rêya Kadizan
Rêya KadizanDilşad Muti · Nübihar Yayınları · 20144 okunma
··
900 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Miheme okurunun profil resmi
Sihhet xweş. Welleh ji ber ku min jî ne ev nivîskar ne jî pirtûka wî nas dikir ji ecibandina te ra piçek mat mam. Min ji xwe re digot gelo Kekê Jan vê pirtûkê mezin dike? Û nizam çima va çend salin ez bi hêvîya ku di pêşde Xwedê bike nesîp keçeke min jî çêbibe xwe disitirînim . Bi xeyala keçek min çebibê ez xwe li vê dinyaya pîsik digrim... Û gava nivîskar Pirtûka xwe dîyarî Perîya xwe kir dîsa ez ketim nav wan xeyal û hêvîyên ku ê keçikek min jî çêbibe. Ji xwe hema ji bo wê dîyarîya wî be jî Xwedê bêje erê ez ê vê pirtûkê bixwînim. Û ji jêgiranê wî ve jî dixuye ku pirtûkek hêjaye
Jan okurunun profil resmi
Bawer bikî bira pêşerojê de Xwesteka min jî ewe xweda keçikek piçûk li min zêde bike. Ji xwe minê ji te re gotiba "miheme bira vê pirtûkê bixwîne, gelekî xweşe." Rojên xweş ji me hemûyan re dixwazim Dembaş birayê min🌻
ROLÊDA okurunun profil resmi
Dil û keda te sax be Jan 🌼
Jan okurunun profil resmi
Spas Morî ☘
Eylem Elegez okurunun profil resmi
Wateya Kadizê çî ye gelo?
Jan okurunun profil resmi
Heyna ez piçûk ez û bavê xwe şivan min asîmana meyzand û min got bavê xwe " Babo hûn van stêrkên hayî pê hev û ronahî yê belav dikin dibêjin çê?" Wî jî got " kurê min em ji wan stêrk û ronahiyê re dibêjin 'Rêya kadizan/ Samanyolu'.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.