Puan vermedi·129 syf.··
2022 8. kitabı
·
10 günde okudu
·
Okunma: 11 Mart 2022 22:22
Lehengê çîroka me Behram, Behram ê Kawaşî xwendekarê fakulteya îlmê îlahî û li zaninge bajarê E yê xwendekar e. Xwediyê xêniyê Behram Lûlûxan Behram dawetî gundê xwe dike. Dawiya heftiyekê Behram diçe gundê Argonê dibe mêvanê Lûlûxan û malbata wî. Lûlû Xan li gundê Argonê bi jina xwe Geştîna û herdu zarokên xwe yên cêwî Nagîna û Aryan re dimîne. Nagina bi cil û bergên xwe bi tevgerên xwe ji Behram re wekî keseke cuda tê ku ne ji vê malbata oldar be. Bi dîtina Nagîna yê dibin hişê Behram de fikrên cuda çêdibin fikrên gunehkariyê. Ev xweşikî û tevgerên Nagînayê hişê Behram ji serê wî dibê, û li cihê ku lê Nagînayê temaşe dikê li wir bêhiş dikeve. Çîrok bi bêhiş ketina Behram destpêdike. Behram diçe zeman dinyayeke din. Behram tî dibe û dide pey Nagîna yê. Û bi awayekî Nagîna winda dibe. Di vê rêwîtiyê de Behram rastî Mekrûs kalikê Nagînayê tê. Mekrûs çîroka xwe û malbata Lûlûxan ji Behram re vedibêje. Mekrûs Efendî, Behram dibe cem Ehrîman. Ehrîman çîroka afirîna mirovan û behsa çîroka Adem û Hewa dike. Ehrîman behsa serboriya di nav xwe û Xweda de dike ku çewa ji aliyê Xweda de hatiye nalet kirî. Ji van çîrok û bûyerên ku Behram ji Mekrûs û Ehrîman guhdarî dike Behram dibe wekî mirovekî din û ji hemû ol û baweriyan dûr dibe. Ku Behram tê serhişê xwe tiştên ku dîtiye hemûyan bi malbata Lûlû Xan re parve dike. Û her wisa dev ji xwendinê berdide. Behram di afirîna mirovan de Xweda wek gunehkarekî dibîne û heta dawiya emrê xwe vê gunehkariya Xweda ji kesên ku lê rast tê re dibêje lê kes ji wî bawer nake, guhdarî lê nakin. Di vê pirtûkê de her lehengekî çîrokek wî a bi bandor heye. Çirok di nav çîrokê de zelal dibe. Zimanê pirtûkê wekî pirtûkên nivîskar ên din zimanekî sivik û herikbare. Mirov di pirtûkên Hesenê Metê de tehmeke cuda dibîne. Bi ya min bê ferq divê pirtûkên wî werin xwendin.
Gotinên GunehkarHesenê Metê · Peywend · 021 okunma
··1 alıntı·
650 Gösterim
1 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Erê yaw. Welleh pirtûkê Mamoste Hesen tameke zehf cûda Dide mirovan. Bi izna Xwedê ez ê pirtûkên wî di demekê nêz de ji xwe re bixwazim û bi bêhna fere ez ê bixwînim. Dest sax keko
welat
Gönderi Sahibi
Spas. Ev pirtûk cudatire jî ev bû cara duduyan ku ezvê pirtûkê dixwînim. Vê carê min baştir jê fehm kir.