Gönderi

351 syf.
10/10 puan verdi
·
Liked
"EZ KEÇA NETEWA XWE ME"
Nivîskar Eliyê Evdilrehman pexşana xwe a bi navê "Şer Li Ser Çiya\Şêx Zayîr " ser hîmê zargotina Serhedê. Û bi şêwazek zîz û zelal va, bûyerek dîrokî ava kiriye. Ev şerê ku bi du mila pêkhatî. Wek dûmahiya Serhildana Şêx Seîd tê hesibandin. Milekî vî şerî bi rêberiya Îhsan Nûrî û Birahîm axa. Li Bazîd, Ararata piçûk, Gelîyê Zîlan, Panos, Xevasor, Dîyarbekir û deşta Anatolyayê. Milê din bi bi rêberiya Şêx Zayîr. Li Wan, Îdir, Erdîş û qismek Anatolyayê pêk dihat. Nivîskar di vê pexşanê de li ser şerê Şêx Zayîr û hevalên wî disekine. Netewheziya Şêx Zayîr a xurt bi hûnandina Elîyê Evdirehman xwe dide esmanan. Zargotina Serhedê a ku bi biwêj û gotinên mezina va xemilandî,vegotina Eliyê Evdilrehman va bi awayekî xwaş tê ber xwîneran. Camêrî ew qas hakimê zargotinê ye. Hema hema tu rûpel bê biwêj an jî bê gotinên mezinan derbas nebûye. Şêx Zayîr xwe malbata Şêx Evdilqadirê Geylanî ye. Netewheziya wî jîr bûna wî. Mirov bi dil girêdide Şêx Zayîr. Nivîskar bi ser sekinandina Şêx bûna Şêx Zayîr û Axabuna Brahîm Axa, balê dikişîne ser feodalîzmê, a Netewheziya bi xwaza pêk tê. Û ew qas dilgermî nêz dibe. Xwîner bi awayekî xweza têdixe bin bandora xwe.Şerê di navbera salên 1920 û 1930 an de diqewime. Mixabin bi darvekirina Şêx Zayîr ve dawî dibe.Ev pexşan ne tenê alî dîrokî bi alî edebî jî astek e pir bilinda ye. Wekî tê zanîn Eliyê Evdilrehman ev pexşana xwe bi tîpên Kîrîlî nivîsîye. Hejarê Şamîl jî wergerandiye tîpên latînî. Bi vî awayî berhem vegeriyaye warê xwe. Û gihîştiye zêdetir xwînrê Kurd. Helbet karê kî bi qiymet e. Zehmetîyanek mezin va, ev werger hatiye kirin. Lê çawa ku pêşgotinê de hatiye eşkere kirin. Hîn guhertin kiriye. Her çi qas devoka Serhedê berçav girtibe û guherîn li gorî wê kirî be jî. Devok û şêwaza xweza zirareke mezin dîtiye. Li gorî bîr û baweriyên xwe û li gorî standartê guherîn pêk aniye.
Şer Li Çiya
Şer Li ÇiyaEliyê Evdilrehman · Peri Yayınları · 20112 okunma
·
230 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.