Gönderi

KOMÛNÎZM, SOSYALÎZM Û CUDAHIYÊN NAVBERA WAN...
Em hemû li ser komûnîzm û sosyalîzmê xwedî fikrekê ne lê belê, cudahiyên di navbera van her du îdeolojiyan de gelek caran ji ber hin sedeman tevlihev dikin. Sedema sereke ya vê tevliheviyê ew e ku hebûna çend fraksiyonin Marx(î) yên cuda ne. Hem komûnîzm hem jî sosyalîzm ji ber protestoyên di dema Şoreşa Pîşesaziyê de li dijî kedxwarina çîna karkeran derketin holê. Ji ber wê ye her du têgîn gelek caran şûna hev tên bikaranîn lê di rastiyê de teorîyên wan ên aborî û siyasî ne wek hev in. Her çiqas pratîkên polîtîkayên aborî û civakî cuda bin jî, gelek welatên modern ên ku ji aliyê îdeolojîk ve li dijî kapîtalîzmê ne, wekî komunîst an jî sosyalîst tên dîtin. Ji bo têgihiştina gengeşiyên siyasî girîng e ku em cudahiyên di navbera komunîzm û sosyalîzmê de bizanin. KOMÛNÎZM: Komûnîzm bîrdoziyeke felsefî, civakî, siyasî û aborî ye ku navê wê tê wateya gerdûniyê. Komunîzm têgîneke siyasî ye ku xwe dispêre fikra xwedîderketineke samanê hevpar. An ku li dijî samanê taybet e. Her wiha komunîzm xwedî armanca afirandina civakeke bêçîn e ku her kes tê wekhev be. Di nav armancên komûnîzmê de jiyaneke bê dewlet jî heye. Ya rasttir; armanc dike ku hemû gel wekhev bin û bi vî rengî karibin di nava ahengiyê de bijîn da ku pêwistiya wan bi dewletê re tunebe. Ramana Komunîzmê, di sala 1848an ji aliyê Karl Marx û Engels ve di pirtûka Manîfestoya Komunîstî de hatiye vegotin. Ji ber wê ye gelek kes difikirin ku fikra komunîzmê cara yekem ji aliyê Marx û Engels ve hatiye gotin lê di rastiyê de ne wiha ye. Her çiqas komûnîzm wekî têgehî ji wir hatibe jî, wekî bîrdozîyê, beriya Marx jixwe hebû. Em vê nêrîna jor bi vê mînakê dikarin bipeyitînin, li gorî hin ramangeran; Platon di pirtûka xwe ya bi navê "Dewlet"ê de jiyaneke komunal a bi vî rengî diparêze. Kîjan bûyer pêşiya ramanê komûnîzmê vekirin: Bi hilweşîna Împaratoriya Romayê re fikra kapîtalîzmê li hemû cîhanê belav bû. Thomas Moore di pirtûka xwe ya bi navê "utopya" ku di sala 1516 weşandiye de qala samanê giştî û pergaleke bêçîniyê kiriye. Di salên 1600î de jî li Îngilîstanê nîqaşên li ser ramana komunîst derketin holê. Sosyalîstên Utopî yên weke Jean Jacques Rousseau û Robert Owen jî di vê mijarê de rexne û şîroveyên cuda kirin. Lê belê ramana komûnîzmê di sedsala 19an de zêde bû. Ji ber ku Şoreşa Pîşesaziyê pêk hat û di navbera proleteryayê (karker û çîna dewlemend (burjûva) her çiqas diçe vedibû. Saetên zêde yên şixulê û mûçeyên kêm pêwîst bû ku ji bo proletaryayê tiştek bê kirin. Ji ber vê yekê; Karl Marx û Friedrich Engels bi hev re manîfestoya komunîstî nivîsîn, ev berhem gelekî bal kişand. Di destpêka sedsala 19an de ev têgîn hat pêşxistin û Komunîzm bû teorîyên siyasî û aborî. Di sala 1848an de jî rêgezên bingehîn ên Komunîzmê bi saya berhema Manîfestoya Komunîstî ku ji aliyê Karl Marx û Friedrich Engels hatiye nivîsîn, hatin danîn. Her wiha têgeha komunîzma modern jî ji vê pirtûkê hatiye. Ev têgeh piştre ji aliyê welatên wekî Yekîtiya Soviyetê, Çîn, Elmanya Rojhilat, Koreya Bakur, Kuba û Vîetnamê ve hatiye qebûlkirin. Yekemîn hewldana şoreşa komunîst a cidî di sala 1917 an de li Rûsyayê pêk hat. Bolşevîkan (Partiya Komunîst a Rûsyayê û Tevgera Şoreşger) a bi pêşengiya Vladîmîr Lenîn, sîstema monarşî û feodal a Rûsyayê hilweşandin. Hikûmeta Vladîmîr Lenîn a yek partî sîstema ku hemû hêmanên hilberînê bir li ser dewletê. Lenîn di vê pergalê de nehişt welatî tiştek bikirin, pêdiviyên wan aliyê dewletê ve dihat diyar kirin û li welatiyan dihat belavkirin. Ev Komunîzma xwedî rêgezên hişk piştî çend salan êdî nemeşiya. Di rastiyê de, bi salan aboriya YSKK ji komunîzmê wêdetir veguheriye sosyalîzma navendîparêz, ku ev jî zêde nedomiya û ev yek jî bû sedema ji dayikbûna Rûsyaya kapîtalîst a îro. Bi qasî xeyalên alîgirên rejîma komunîzmê, rejîma komunîzmê temenekî dirêj nekiriye. Dikare bê gotin ku pêkanîna wê ya herî serkeftî li Kubayê hatiye kirin. Lê belê di salên dawî de tê dîtin ku li Kubayê jî gavên biçûk ber bi kapîtalîzmê ve tên avêtin. SOSYALÎZM: Sosyalîzm felsefeyeke siyasî, civakî û aborî ye ku di nav xwe de hin pergalên aborî û civakî yên ku bi xwedîtiya civakî ya navgînên hilberînê di nav xwe de dihewîne. Nûnerên wê yên herî girîng Platon, Saint Siman , PROUDHON û Robert Owen tên qebûl kirin. Nûnerên sosyalîzma zanistî jî wekî Karl Max û Friedrich Engels tê qebûl kirin. Li gorî wê civak mirov girîngtir e ji ber wê balê didin li ser civakê. Li gorî Sosyalîzmê divê Aborî û siyaset jî heman wekhev be. Fikra sosyalîzmê bi Şoreşa Pîşesaziyê re vejiyaye. Bi Şoreşa Pîşesaziyê re karkerên çandiniyê bûn wekî karkerên kargehan. Civakeke berfireh jî di nava şert û mercên xirab û ji bo mûçeyên kêm xebitîn lê xwediyên navgînên hilberînê jî pereyên mezin bi dest dixistin. Sosyalîzm li ser wekhev belavkirina serwetê bingehî daye. Ev wekhevî ji li gorî ked û jêhatîbûna mirov diyar dibe. Rêbaza sosyalîzmê sîstema bacê ye. Hikûmet zêdetir bacê li ser dewlemendan ferz dike ku pereyên ji wan distîne ji bo pêdiviyên belengazan bîne cih, bi kar tîne. Hêsantirîn ji bo bê fêm kirin, dewleteke sosyalîst Robin hoodê pîşesaz e. Pêşveçûnên aborî yên îro, derketina şirketên pirnetew û globalbûn her ku diçe bandora dewletan a li ser aboriyê lawaztir dike. Li van rojên dawî aboriyên dewletan, li ser bingeha teorîyên cuda yên sosyalîzmê ava bûne. Ya herî tê bi kar anîn jî sosyalîzma demokratîk e. Sosyalîzma demokratîk di avadaniya siyasî ya demokratîk a heyî de ti guhertinan pêşniyar nake lê belê ji bo sererastkirina samanê taybet a navgînên hilberînê, pêşniyar dike. Sosyalîzma Demokratîk dixwaze hemû welatiyên wan di nav halxweşî de bin. Wekî dewletên Kanada, Norwec, Swêd û hwd xizmetên tenduristî, perwerde û karkeranî hemû ji aliyê dewletê ve tên nixumandin. Mînakeke din a balkêş jî ew e ku buhayên tawanên trafîkê yên li Fînlandiyayê li gorî dahata mirovan diyar dibe. Sembola ÇAKÛÇ û DAS: Ev sembol Cara yekem di dema Şoreşa Bolşevîkî de di sala 1917an de hatiye bikaranîn û di sala 1924an de wek sembola fermî ya Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê hatiye naskirin. Piştî Şoreşa Bolşevîkî vê sembolê, gelek partiyên komunîst û dewletên sosyalîst bi kar anîne. Çakûç çîna karkerê temsîl dike, Das jî karkerên cotkariyê. Her du bi hev re jî yekîtîya karker-cotkarên sosyalîstan temsîl dike. CUDAHIYÊN NAVBERA KOMÛNÎZM Û SOSYALÎZMÊ; 1) Komunîzm Pergala rêkxistina sosyal a ku li samanê civakî hûr dibe û cihêtiya çînan ji holê radike. Sosyalîzm teoriya rêkxistina sosyal a ku navgînên hilberînê xwedî gel an jî hevkarî ye. 2)Sosyalîzm pergaleke aborî ye, komunîzm jî pergaleke hem aborî hem jî siyasî ye. 3) Di sosyalîzmê de xelk bixwe biryar dide ka aborî ê bi rêya komunan bi rê ve biçe yan bi rêya konseyên hilbijartî. Lê komunîzm aboriyê bi rêya partiyeke otorîter bi rê ve dibe. 4) Kapîtalîzm dibe ku di pergaleke sosyalîstî de hebe lê di pergaleke komunîstî de ev yek ne mimkûn e. 5) Komunîzmê ji aliyê Karl Marx ve Friedrich Engelsve hatiye pêşniyar kirin, sosyalîzm jî ji hêla Robert Owen ve hatiye pêşniyar kirin. 6) Sosyalîst mal û milkan li gorî berhemdariya kesan belav dikin, komûnîst jî milkê li gorî pêdiviyên kesan belav dikin. 7) Sosyalîst dikarin bibin xwedî milkê şexsî, komunîst nikarin bibin xwedî milkê şexsî.
·
167 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.