Gönderi

·
Not rated
Silav:/️️ ️ Ev cara yekem e ku ez ê behsa jiyana xwe na taybet bikim. Ez ê bi awayekî din xwe bidim nasandin. Bawer dikim ku ji bo vê, pirtûk destpêkeke baş e. Yên ku min nas dikin baş dizanin ku rihê min di pirtûka de ye. Gelek hez xwendina pirtûkan dikim, ti tişt hesta hinda bûna di nav rûpelan de nade min. Li ser mijarekî mijûl bûn, hişê xwe mijûl kirin hestek nûwaze ye ji bo min. Pêşketin jî bi van ramanên cuda dibe. :) Van rojên dawî ji ber hîn êşên min ên derûnî, nivîsandina li ser vê rupelê jî aramiyek xweş dide min. Ji vê dinyayê hema ji bo saetekê be jî bi saya van nivîsan dûrdikevim. Ji bo vê jî spasdarim 1000k.:) Ez baş dizanim ku bazara Kurdî tuneye û nivîsên me zêde nayên xwendin lêbelê ez dîsa baş dizanim ku çend heb kesên hindik hene li vê derê, ku bi rastî kêfa min jî ji li van tê. Xwendina pirtûkan yek ji kêmasiya me Kurda ye. Her çiqas ev rêjeya xwendinê li van salên dawîn zêde bûye jî dîsa gelek gelek hindik e. Nasîna min a Kurdîtîyê jî bi saya pirtûkan bû, ez hinek dîsa qala xwe bikim piştre em ê derbasî nasîna pirtûk ê bibin. Demekî ez Ateîst bûm ku li gor temenê xwe meteryal û argumanên min baş gelek bûn. Lêbelê piştî xwendina hin pirtûkan, hin ramanên nû di hişê min de çirûsin û bûn sedema guherîna baweriyên min. ( niha jî guheriye lê vêga naxwazim behs bikim) Êdî pirtûk ji bo jiyana min dibûn rêberek. Bi nêrînên cuda yên di nav wan de hişê min xwe nûjen dikir û asta min a fikirînê her ku diçû diguherî û pêşdiket. Ev yek jî dibûn encama di mijarekî de ramanên min ên cuda û balkêş. Nasîna min a kurdîtîyê jî bi pirtûkan ev e! De ka warên em nasîna Tewratê bikin: Tewrat navê pirtûka pîroz a Cihûyane(yahudî) ku berî zayînê di sedsala 14an de destpê nivîsandina wê hatiye kirin û ev ê yek jî kêm û zêde 700 salan berdewam kiriye. Di Tewratê de li ser afirandina dinyayê û li ser serpehatiyên Adem, Qabîl û Habîl, Nûh, Îbrahîm, Îshaq, Îsmaîl, Yaqûb, Esaw, Yûsiv, Mûsa û Harûn tê sekinîn. Pirtûk ji 5 beşan an ji bi gotineke din ji lihevanîna 5 pirtûkên din pêk tê. EW PIRTÛK KÎJAN IN? 1) Destpêkirin. 2) Derketin an pirtûka derketina Îsraêlê ji Misrê. 3) Qanûna kahîntiyê an jî pirtûka Lêwiyan. 4) Hijmartina an pirtûka Hijmartinê. 5) Dubarekirina Şerîetê an pirtûka vegerandin li qanûnê. TEWRAT JI BO DÎROKZANAN PIRTÛKEKÎ GIRÎNG E. Li ser guherîna Tewratê naxwazim biaxivim lê ev tişt heye ku çi guheriye çi neguheriye, Tewrat ji bo dîroknasan gelek pirtûkekî girîng e. Ji ber ku di bûyerên di pirtûkê derbas dibin dema wê jî dîyar e. Tiştên ku tê qal kirin bi dema wê re tê gotin. Her wiha di wê demê de kîjan key li ser dewletê bû ew jî diyar e. Di vê rewşê de, pirtûkekî ewqas kevnar ji bo dîroknûsan gelek girîng e. Piştî mereqa min a li ser olê(dîn), min gelek pirtûkên pîroz (încîl, quran, tewrat, zebûr, gotinên silêman û hwd) xwendin. Ji ber ku li bin mijara Tewratê dinivîsim ez ê qala Tewratê bikim. Tewrat bi şêwazeke tûjve hatiye nivîsandin. Dema mirov dixwîne, mirov matmayî dimîne ku Xwedê çawa tiştên wisa pêşkêşî mirov dike!. Tiştên ku tê behs kirin jî wekî çîrokên La Fontaine dixuye... Tewrat bi afirandina dinyayê destpê dike. Di destpêka demê de Xwedê erd û ezman afirand. (destpêk:1:1) Pirtûk bi çêbûna Adem, Hewa, gunehê yekem berdewam dike. Piştre jiyanên pêxemberan, tiştên hatine serê Cihûyan vedibêje û wisa pirtûk xilas dibe. DI TEWRATÊ DE BÛYERÊN ECÊB: 1) Li gel keçikên xwe razana pêxember Lut. 2) Çêbûna Adem ji axê û her wiha çêbûna Hewa ji hestîyên Adem. 3) Piştî guneha yekem, gotina Xwedê ji Hewa re: "Piştî vê demê ez ê tawaneke(kudret/güç) bidim jinan ku dê ew bi êş zarokên bînin dînê. Ji ber ku te ew sêv xwar tu yê di bin sîya mêrê xwe de bimînî û bi wî jiyana xwe derbas bikî ji ber ku tu ji wî/ê çêbûy. 3) Piştî lehiyê ji aliyê Xwedê ve diyarkirina bûka baranê. (Nûh) 4) Soza ku ji Medan re hatiye gotin ango (kurd, fars, afgan hwd) hûn ê di dawiya dinyayê de rêya xwedê amade bikin. 5) Nîşaneyên hatina Îsa. 6) Kuştina zarokê yekem. 7) Gunehên pêxemberan, harema pêxember Silêman. 8) 10 zagonên bingehîn. 9) Hin ayetên hov. Wekî: Zarokên te li ber çavê te dê perçe perçe bibe, wê malên wan hilweşe. Û dê bikevin irza jinan. (îşaya: 15:16) 10) Berbilav bûna Cihûyan û mezin dîtina qewmê Cihûyan. Bi kurt û Kurmancî ez tenê xwendevanek im. Nêrîn û ramanên her mirova cuda ne. Bi min ji bo zanînê, ji bo nasîna ol/dîn û Cihûtiyê ev pirtûk xwendin. Divê bi gotinên klişe wekî -Tewrat guheriye ne hewceye bixwînim- wusa nebêjin, bixwînin û rastiyê hûn bi çavên xwe bibînin. Her rastî bûn di tarî yekî da roniyeke... Dem baş hevalno.:)
Tevrat
TevratKolektif · Andaç Yayınları · 2015873 okunma
·
220 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.