Mirin hestek çawa bû?
Leriza dil an taya nedîtina te...
Mirov çawa dimir û çawa diçû ji hezkiriyên xwe?
Ka bêje tu kengî çûyî ?
Ez çima xwe sûcdar dibînim ?
Bi çûyina te...
Gelo min hindik ji te hezkir ?
Gelo min peyivên nexweş li te kir ?
Xwarin û vexwarina bê te
Çawa noş bû li bedena min ?
Xew û xewnên bê te
Çawa ketin çavên min ?
Hilma jiyanê çawa û çima min sitand bê te...
Ji her du çavan kor bibim
min çawa hez kir yar ser te ?
Xêr ji ciwaniya xwe nebînim
min çawa dem derbas kir bê te !
Aaxx axînek tê ji kezeba min.
Tu têyî û diherikî ji giyana min .
Sûcdarim ,gunehkarim ,
hem evdal û hem perîşanim.
Ax fedî dikim ji emrên xwe yên bê te çûyî poşmanim.
Rûmet'ê min ez dereng mam
Li te
Axir nêzîke dîtina te ,
lê rûreşim çawa derkevim hizûra te?
Min ef bike bibore bi qurbana te .
Soz soz nema diçim ji ber serê ...
(Melek Bîçîm)
Melo...