Mirov bi ziman heye
Kurdî jî mora me ye
Kurdê kurdî nezane
Ew ne hevalê me ye
Bingeha milletê me
Netew her pê hewce ye
Fêr bibin pir dereng e
Werin rêya we j'heye
Her netewek yek ziman
Kurdî jî para me ye
Bê ziman jiyan kêm e
Ziman çêj û wate ye
Xelk bi ziman pêş de çûn
Kurdino! De dora me ye
De rabin bibin dildar
Ziman nasnama te ye
Bê ziman zivistan e
Kurdî bihara me ye
Bixwînin binivîsin
Dermanê me tê de ye