Gönderi

Dibê zemanekî gundek hebû di ber wî gundî re çemek derbasdibû dora wî çemî tev spîndar ( hewr) û darên gûza bûn . qîzen wî gundî bi xweşkbûna xwe bi nav û deng bûn . Di nav wan keçan de yek bi navê gulçîn hebû mîna gulek sor sipî xweşik weke heyva li çardeh vêdiket . Mala bavê wê feqîrê gund bûn debara xwe bi cenanîyê dikirin . Rojekê dewlemendê gund gulçînê ji kurê xwe re xwest lê bê dilê kurê wî bû daweta wan çêbû çend meh derbasbûn lê mêrê wê ji gulçînê hez nedikir . Rojekê daweta mirovekî mêrê gulçînî çêbû bihevre çûn dawetê, dîlan def zirne bi çoş dawet didomîya pêşîya ku wê dawet xelas be gotin temezîya bûkê wendabûye ! Kê bir kê kê nebir gotin gulçînê dizîye çiqas gulçînî sond xwar jî kesekî jê bawer nekir . Serê gulçînê di ber wê de vegerîyan malê , roj hefte derbasbûn xelkên gund dinavxwe de digotin mêrê gulbînê dilketîye keçeke gund wê wê keçê ji xwe re bîne gulçînê bi van peyvan pir diqeherî lê tiştek ji destêwê nedîhat du sê meh derbasbûn mêrê gulçînê ji gulçînê re got va ez ê vê keçê ji xwe re bînim tu bê erê jî ez ê bînim tu bê na jî ez ê bînim . Porkura gulçînê ma wê bê çi here mala bavê rebena feqîr belengaz bizor debara xwe dikin . Runişt û li halê xwe da girî. Nesitirîyê mêrê wê çu ji xwe re ew keç anî mala wê li taxa din danî gulçînê jî bi tenê di mala xwe de jîyana xwe didomand . Rojekê gulçînê çû avê kanîya gund jinên ku li kanîyêbûn jê pirsîn gotin gulçînê ma mêrê te jinek anîye ser te tu pê aciz nabî çawa sebra te tê . Gulçînê got ma gur bi du parîya nemirîye bila ke mêrê min ji min jî hezdike û va ez bi hemlim wê bebeka min çêbibe . Ev gotin çû gûhê mêrê gulçînê dîn bû û bi lez hat mala gulçînê ket hundir û dest bi lêdana gulçînê kir got ev zarok ne ji min e tu derewa dikî heta ku betilî lê gulçînê xist û derket çû mala bavê gulçînê got ev zarok ne ji min e herin xwiha xwe hûn dikûjin hûn dihêlin hûn zanin ez ê wê berdim . Gulçînê xwe tavê mala xezûrê xwe mala bavê xwe û gundîyan teva dibêje gunhê min dixin stuyê xwe ew zarok ji mêrê min e bêbextîya li min dikin . Lê dike û nake kesek ji gulçînê bawer nake dem darbasdibe nakrin eşkere gulçînê bikujin li bendî rojekê ku bi fena wê bi awayekî bikujin dimînin . Rojekê gulçînê diwelide xwedê laeikekê dide gulçînê gulçînê hayê wê ji bayê felekê tune dibê qey dev ji min berdane de va ez li mala xwe runiştîme ez ê kurê xwe mezin bikim . Du sê meh derbas dibin birayê wê tê ber derîyê wê li derî dixe gulçînê derî vekir ku birayê wê yî mezin e derbasî hundir bû û runişt ji gulçînê re jî got wer xuhamin li kêleka min runê gulçînê hinekî bi tirs diçe li kêleka wî rudinê birayê wê dibêje xwiha nin a delal û xweşik em zanin bêbextî bi te anîne derew li te kirine lê ma tiştekî ku em bikin tune ye tu li vir nema karî bijî divê tu ji van deran herî ji ber ku gundî wê peyva bikin û destê me li te nagere em te bikûjin ez sibûjim ez û brayayên xwe em ê te ji van deran bibin li bajarekî cihekî ji te re çêkin tu û kurê xwe li wir bi rihetî bijîn . Gulçîna reben kêfa wê tê dibê birayên min pişt li min derdikevin ewê min ji peyvan û gotinên pîs xelaskin . Biryara xwe didin û rojekê gulçînê herdû birayên wê û lawêwê destê sibê ji gund derdikevin diçin bajêr birayê wê dibê li vî bajarî nabe divp em bi otobozê herin bajarekî dur . Di ser şeş bajaran re derbas dibin li bajarp hefta dadikevin disin du hev dimeşin diçin di nav daristanekê re û birayê wê lê vedigerin ji gulçînê re peyvên pîs dikin û leçeka lawê wê ji nav destê wê derdixin û li erdê dixin dema lawê wê bi wî awayî li erdê dikeve rih jê dere gulçînê dike hewar lê birayê wê demança xwe derdixe û bera serê gulçînê dide gulçînê li cîh rihê xwe teslîm dike . Birayên wê vegerîyan gund ji mêrê gulçînê re gotin wa me wê kuşt mêrê wê dibê siheta we xeş we baş kir . Lê mêrê gulçînê li wî gundî nema wekî ji ber gunhê xwe bireve jina xwe û mala xwe barkir û çû welatekî dûr …. Her çîrok bi bextewarî naqede mixabin…
·
202 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.