Gönderi

487 syf.
·
Not rated
·
Read in 14 days
Şerefname, di sala 1597an de ji aliyê dîroknasê Kurd Şerefxanê bedlîsî ve bi farisî hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de mijarên siyasî, civakî, olî û çandî heye, qala dewletên Kurdan, Zimanê Kurdî û Eşîrên Kurdan dike. Di derbarê dîroka kurdan de yek ji çavkaniyên herî girîng e.Şerefname, bi zimanê îngilîzî, frensî, erebî û rûsî jî hatiye wergerandin. Şerefxan: dîroknas, siyasetmedar, nivîskar û helbestvan bû. Şerefnameya destnivîsa orîjînal hîn jî li Pirtûkxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê ye. Ya rast min bi hêviyeke mezin dest bi pirtûkê kir, min digot qey ez ê dîroka Kurdan bixwînim, lê bi piranî eşîr serok û mîrên Kurdan di pirtûkê de hatine nivîsandin. Lê dîsa jî agahiyên ku di vê xebatê de hene bi rastî hêja ne û pêdivî ye ku were xwendin. Pirtûkek e ku piraniya eşîran û eşîra min jî (eşîra Şêxbizinî) tê de hatine nivîsandin. Divê ev pirtûk di pirtûkxaneya her kurdî de hebe ku mîna rênîşanek were bikaranîn. Di Şerefnameyê de tiştekî wilo derbas dibe: "Di nav wî civata ku çûne bi hz. Mihemed re biaxivin, zilamekî gemar hebû. "Hz. Mihemed pirsî; ev zilam kî ye? Gotin ku; ew kurd e û hz. Mihemed got; 'Xwedê Teala rê nede ku ev cemaet di nav xwe de hevkarî û yekitiya xwe bikin, nexwe heger bibin yek wê dinya bi destên wan wêran bibe!' Şerefxan; "Ji wê demê û vir ve vê civatê nekariye dewleteke mezin a yekbûyî, siltanetiyeke mezin a yekbûyî ava bike." Ev mijar hişê hinek kesan tevlihev kiriye, lê bi min tiştekî wilo tune ye, ev mijarek pir vala ye. Ez bawer nakim ku di dîrokê de tiştekî wilo çêbûbe Bi min ev tiştekî mîna efsaneya hesinkar kawa ye. Bila ev hişê we tevlihev neke û heger raman û fikrên we li ser vê mijarê an jî li ser vê pirtûkê hene ji min re binivîsin. youtu.be/NBpJoAajSO8 Hûn dikarin vê vîdyoyê jî temaşe bikin, kurteya jiyana Şerefxan û Şerefnameyê ye.
Şerefname 1.Cilt
Şerefname 1.CiltŞerefhan Bitlisi · Nubihar Yayınları · 2013121 okunma
·
210 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.