Selîm Temo, di Antolojiya Helbesta Kurdî de dîrokên jiyana Baba Rax Hemezanî wek sedsalên 8. û 9. dide û helbesteke wî parvedike. Li gor agahîyên Temo, Ev helbest li ser serhildana Mîr Caferê Kurd e. Wî li hember Ebasîyên Ereb serî hildaye.
Mîrim Cafer bizane
Dema me çend hizane
Êla mayî nezan e
Barê mayî giran e
Kalîn werin bi hev ra
Lawîn werin bi tev ra
Dest xencerên sedef ra
Bi saz û maz û def ra
Kumêtê xwe li meydanî bezîne
Debanê xwe tu jor da daweşîne
Bi dengê zincawî li dijmin bike qîr
Bê bakî xwe li nav wanda bihejîne.¹⁰
Baba Rax Hemezanî
Baba Rax Hemezanî(mirin: 848) Ji eşîra Hemezanê, ya girêdayî bi Rewadîyan ve ye. Navenda vê eşîrê nêzîkî Mûsilê dora Çiyayê Dasîn e. Li gor Kovara Ronahiyê di helbesteke xwe de wiha gotiye:
Dasîn û hemî gundî
Digel çend êlên Rewandî
Ger hev bibin yek kêşe
Çima serêm diêşe
Baba Rax Hemezanî
10 Selîm Temo, Kürt Şiiri Antolojisi,
Agora Kitaplığı, İstanbul, 2019, r. 4.