Gönderi

Cîhan, Warê Dînan!
Puan vermedi·96 syf.··
2022 56. kitabı
·
35 saatte okudu
·
Okunma: 26 Aralık 2022 18:39
Beriya her tiştî :) herçî li awaz û şêwazeke cuda digerit bila teqezulekber vê pirtûkê bixwînit. Xwînerên kurdî di derheqê naverokên pirtûkan da çi difikirin nizanim lê ez bi xwe ji mijarên wek bindestî, nîjadperestî, bêdewletî û nizamçikperestî êdî kerixîme, ev pirtûka hemşerîyê min ê temen ciwan û dil pîr j'min ra bû wek melhema ser birînan. Wek destpêk; zimanê berhemê gelekî zelal e, wisa zêde ne bi devokî ye jî, şayesandin kêm in, leheng ne kûr in, lê ya xwedatî destpêka pirtûkê hêjayê her tiştî ye, lewra nivîskar bi wê vegotina nepenî va meriva kaş ber kaş dike, herwiha dawî jî wisa. Bi kurtasî berhem, serkeftî ye! Hêvîdar im nivîskarê me yê ciwan, yê cêvên edebiyata me bi şekirokên rengorengo va tije bike. Pîrka min her gav digot ev dinya warê dîna ye. Gava min pirtûk xwend, ev gotina wê kete bîra min. Lewra vê berhemê jî rasterast behsa wê dinyayê dikir. Xaleke dî; her çiqas naverok zêde neşibin hevdu jî dema pirtûk qediya min got qey ew fîlma bi navê "Guguk Kuşu" min careke dî temaşe kir. Di herduyan da jî biaqilek(!) xwe berê nava cîhana dînan dide. Serlehengê romanê, em ji gotinên wî pê derdixin ku xortekî temen biçûk e. Ji nişka va êşek bi giyanê wî digire, ji jiyanê aciz dibe, dixwaze xwe bikuje û yekser ji her tiştî xelas bibe. Ji ber ku ti çareyê ji vê êşa xwe ra nabîne, biryar dide û diçe li timarxaneyê dest bi tedawiyê dike. Heta roja ku ji wir derkeve jî gelek kesan dinase û hînî gelek çîrokên wan nexweşan dibe, taliya talî dibîne ku di wê nexweşxaneyê da yê derdê wî herî kêm ew bi xwe ye. Helbet li vê serayê, kes belasebeb dîn nabe! Serlehengê me piştê derketina ji nexweşxaneyê, dîsa biryar dide xwe bikuje, lê îcar li ser biryara xwe disekine, naçe nexweşxaneyan, li dermanan nagere, carekî mirina xwe daye ber çavê xwe û hew. Lê gelo serleheng, ji êşa xwe rizgar bû yan wê êşê bi xwe ra bir ? Bersiv ji we, bi fermo :) Wek paşgotin: Bila Xortên Rind hîç nemirin!
Mirina Xortekî RindÎkram Baban · Sitav Yayınları · 202113 okunma
··
269 Gösterim
Yorumlar
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.