LehiSlav hevalno
Ev pirtûka lehî dewama
Ez ê yekî bikujim e .
Pirtûk tehma min jê dixast neda min mixabin !
nizanim çıma lê min têr nekir ev pirtûk
Zimanê pirtûkê hêsan bû an na kurdîya min pêş ketîye min fehm nekir lê gotinê wilo cûda an na taybet min pir farq nekir
Lê nivîskar ê me çirokek xweş derxistîye holê , ser fikr û ramanên qehramanên xwe ser hêstên wan, ser daxazî û rewşa wan pir baş sekinîye û daye nîşan .
Lê min dixast ser rewşa Temo zêde zêde bisekinîya, jîyan a wî birînên di ruh ê wî da hinek jî bianîta ziman, pir hindik ser rewşa Temo sekinîye mixabin.
Vî roman ê da rewşa Temo tê da bû en pir min êşand, ji ber ku bi hezaran belkî jî bi milyonan keç û xortên me tenê ji ber fikr û ramanên xwe dibin qurban û jîyan a wan carekta ji destê wan diçe, hemû xeyalên wan di dilê wan da dimîne, tenê jiyanek ji wanra dimîne ew jî tê da hêdî hêdî dihelin...
Nivîskarê me pir ser Lehî disekine, rewşa wî, hemû biryarên wî, hêstên wî, jîyan a dixaze nik bi nîk tîne ser ziman , Lehî bê biryarbûna wî xwendawenê xwe wek min dibeecîne:)
Ser Lehî wûha bêjim
Jinek ruhê wî qilêr be an na laşê wî an na çiqas raste em peyvek wûha bo jinek/ keçek bikartînin? ev sûcê wî jinikê ye an na yê wî anîtîye vî rewşê ye?
Nizanim ev jîyan çıma evqas zalime ji jin û zarokan ra
Lehî mirov ser miqaşe bike heta sibê jî gotin heye lê bê feyde ye.
Belkî bêjin ew azade lê ne bawerim.
Ez dibêm çiroka lehî xilas nebû ewê bidome, bawerim "Fırat Cewerî" ewê dawiya lehî jî bîne
Pirtûk rewşa me kurda tîne ser ziman jixwe
Em ne qedrê nivîskarên xwe zanin ne jî ew bo me evqas ked didin em dibînin.
Min ê hîn binivîsanda lêkolîna xwe lê bebeka Abla min nasekine:)) dibê gere tu biminra şa bibî de jimin evqas:)) ma xaltî me êdî ne tiştek hêsane:)