Gönderi

64 syf.
8/10 puan verdi
·
Liked
Novela Özmenî
“Ez jî nêrînên xwe bêjim. Li gorî min zimanê Şener Ozmenî tevlîhev û qels hat. Her çiqas ferhenga wî dewlemend û xurt be jî gorî vê pirtûkê ji min ra qels û tevlîhev bû. A duyemîn karekterên wî zêde belawela bûn, zêde saxlem nebûn, karekter perçe perçe bûn. Naveroka çîrokê behtir li ser ceyranci çûbû û hatibû. Her wekî ku dê teqînek çê bibe û dê bûyer hemû li ser wê teqînê bibe çîrok. Nivîskar li wir çîroka xwe vedibêje ji ber ku bûyer di navbera xeyal û rastîyê da tê vegotin, mirov baş nizane ceyranci û bûyerê bi hev ra girê bide. Gava dilopên avê dikevin rê û belav dibin an jî gizgarikên agir belav dibin bûyer jî wiha belav bû. Gava em berhemê dixwînin jê dernaxin guhdar Celîl e an Bîyan e,  mijar tam zelal nîn e. Bîyan karekterek çawa bû tevê vegotin û hinek tiştên ku hatine gotin jî min Bîyanê baş jê dernexist.  Bîyan kengî mir, çawa mir çawa hat nasîn? Nivîskarê me car caran xwe nîşanê me dide metoferên ku nivîskar bikaranîye gelek balkêş bûn. Mînakek tablo gelo temsîleta tabloyê cihê kapîtalîzmê bû, an jî bajarvaniyê bû? Ew metafor gelek xurt bû dîyalektîkek bajarîyê nîşan dida wek nasnameya bajarî, heke kapîtalîzm be, çima yekî welatparêz? Bi rastî jî nakokîyek heye sixur heye navê wî jî Turan e, navê sixur balkêş bû di nav Kurdan da gelek sixur hene û ev bûyer salên 80- 90’î tîne bîra me, di wan deman da hezaran sixur di nav me da çêbûn. Nivîskarê me belkî xwestiye balê bikişîne ser wan deman. Tiştek din karekterê me dîn e û cilên leşkerî li xwe dike gava diçe mala mamoste, li wir dibine, di destê mamosteyan da civak çawa tê guhertin. Nivîskar balkişandîye li ser vê mijarê jî, dibêje baş zanibin dewlet hem bi destê mamosteyan hem bi sixurên xwe, me çawa diguherîne vê êşê xistiye bîra me. Dibe ev ceribandina novelê be.”Kaynak: NIRXANDIN - Rojnameya Kurdistan
Kurê Dêlê
Kurê DêlêŞener Özmen · Avesta Yayınları · 20226 okunma
··
304 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.