Ji Hangar fünf, Derîyê Winda du têgeh
Derî
Murat kapkiner di helbestekê xwe de dibêje ;
“Ben kapının nerde olmadığını bilirim”
Lê Yildiz Çakar dibêje ; “ hin derî hene mirov dikare ji wan derkeve “(r111)
Û hêvîya xwe xort digire “ bazda here xwe bavêje gola dinyayê” li ser de jî şîret û şîyariyek dide; “ ma rovîyê digere ji şêrê girêdayî ne çêtir bû” (r129)
Navê pirtûkê di rûpela 222 de derdikeve hemberî me. “ ev derîyê winda ye ji bo windayîyan”
Di romanê de her derî çawa bo azadî û xelasbûnê be , di heman demê de derîyên derîyên nû jî wekî zindanê wekî astengîyê derdikeve hemberê me .
Ji derîyê Merîçê bigirin heta derîyên Berlînê ,
Ji derîyê mala Farah û farîda bigirin heta derîyê mala Lîlan û Rober ê
Di romanê de derî mezin in, xembar in zer in , gewrik in , rê nin … û bêdengî nin…
Bêdengî
Bêdengî her wekî zengila vê derîyê winda be … wisa xweş hatiye bikaranîn
Bêdengîyê olan dida di kuçeyên Amedê de. Kalek, di destê wî de gopal bi çavên xwe yên bêronahî bêdengîyê xêz dike bi serê gopala xwe a kor….
Biçûk, çûk , kurmorî nexşên bêdengîyê dihonin
Derî bêdeng vedibe , bêdeng tên girtin…
Bêdeng distirê dengbêjek di kuçeya hunerê a amedê …
Bê dengî wekî şevê çarşefa xwe diavêje li ser hemû xîzan, belengaz û bê dewletîyan
Torosa a di şeveke tarî de bavê Rober ji mal qeeirandî bi bêdengîyê dişixule
Bêhna bêdengîyê ji vê hevokê tê;
“Min rahişt çavên xwe û sê gavan çûm” (rp9)
Her wekî çar lingên kursiyê li ser singa bêdengîyê be here xwe bavêje gola dinyayê” li ser de jî şîret û şîyariyek dide; “ ma rovîyê digere ji şêrê girêdayî ne çêtir bû” (r129)