Ez zanim ku dema min te hembêz kir
Ew bêhna ez bikişînim dilê xwe, yê bêhna welatê min be. Û ezê di helbestê xwe de bêjim, bêhna welat ji yarê tê.
Ezê di helbestên xwe de qala bedewîya te bikim
Ezê te bikim xwedîyê helbestên xwe.
Û ezê ji xelkê re bêjim; na na ev ne hunerên min in, ev huner ji yarê tê, ev huner ji bedewiya wê diherike.