Helbestêkoşeriya Helbestvanekê
Puan vermedi·112 syf.··
2023 49. kitabı
·
9 günde okudu
·
Okunma: 10 Nisan 2023 22:29
Di sala 2016an de, di kovara Rozayê de, min hevpeyvînek xwendibû ku bi Fatma Savciyê re hatibû kirin. Heta wê rojê min tenê navê wê dizanibû lê ew roj, ez bi çîroka wê haydar bûm û ji wê rojê vir ve ye Savci, di qonaxa giyanê min de cihê herî xweş girtiye. Gulên Qasid, pirtûka wê ya ewil a helbestê ye. Savci, helbestên xwe yên vê pirtûkê di girtîgehê de, li ser pelên cixarê dinivîse da ku bikaribe wan bi xwe re derxîne derve. Piştê yanzdeh salên li zindanê, di sala 2003yan de, bi tevê van helbestên li ser pelên cixarê derdikeve derve û piştê sê salan ev helbest ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve, bi navê Gulên Qasid, wek pirtûk tên çapkirin. Têkoşîna wê ya li hemberê hegemonyayê, di temenekî biçûk de dest pê kiriye e û hîna jî didome. Piştê vê berhemê gelek berhemên dîtir jî welidîne ji malzaroka jiyana wê ya têkoşer. Di nava vê berhemê de carinan, ez li pêrgî hin rêzikan dihatim, min digot qey helbestvanê, xwe li pişt van rêzikan veşartiye: "ku keçek hijdeh salî dişemite ber sîperê ji dara stêran..." (58) Wateya jiyana we di çi astê de be, afirînerî û pêkanîna we jî yê di heman astê de be; lewra qelema serfiraziyan bi hibra serborîyan ve tête dagirtin. Fatma Savci, xweşkoka welatê me! hibra te dimijîne rûpelên wêjeya me ya virnî, notanî wan çilkeziyên ji çilkaniyan ava heyatê bikişînin, di nav du çakilên çîl qerqaş de...
Gulên QasidFatma Savci · Avesta Yayınları · 200612 okunma
··1 alıntı·
579 Gösterim
2 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Sihet xweş Gelo “wêjeya me virnî “ ye?
Şeyma
Gönderi Sahibi
Saîd mîrza tabîî wisa ye, ti ev "virnîbûn" ne belasebeb e, em dikarin bi sedan mînakan bidin rêzê ku rê li ber edebiyat û gelek qadên me yên dî girtine, lê sedem çi be encam virnîbûn e. Mîna gotina te ew ê bi demê re, li gorî şert û mercan têr bixwe, qelew bibe û bête nasîn.
Dest xweş gulê 🌸
Şeyma
Gönderi Sahibi
Xweştir be roja'm, ronahiya'm🌞💜