Gönderi

Rojbaş Roza
”rojbaş beyanî be xêr ez û tu bi çivîk-firê sê hezar kîlometre ji hevdû dûr lê, bi giyanî ji canê hev ji hev re nêziktir in. dengê min nagihîje te, dizanim di vê berdestî sibê di xewka şîrîn pêjnê hilîne ku bibêjime: di xewnê de rojbaş di xeyalê de beyanî be xêr. bi nermî çavên xwe veke tevzî li ser tavzîyê bi şîranî belav ke li canê xwe û bi giranî bi bîr bîne ku ev herikîna pêlên pêjnîn di ser bej û derya de bi milmilîn ji hinavên min î sotî bi axîn derketiye. ev ne no-nûçe ye, metirse ev ragihîn ev dazanîn e, ji dilê min ve dilê min kaniya agir dilê min kevanê evîn. xarîta dinyayê veke li ber xwe li hêla bakurîn binihêre tê bibînî bejekî ku mîna nikulekî kêrr serejêrî atlantîkê biye serî, ji derya qeşemê gewr û dilê wê ji bêriya rojê dixewire a… ha ! li wir e, hêlîna tenyayiya dilê min. gul li şaxê kulîlk di guliyê xwe de geştir e. ku ji avê derkeve masî dimire rast e, meriv meriv gotiye masî jî masî… em, ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk - bi çavek xwas gava lê bê nihêrtin- lê em jî ji hêlîna xwe ya çande-civakî ku dûrkevin ji wan gelek ne têveltir in. ez, ne şaxa hewrê ne şiva mêwê me ku bêreh hêşîn bibim ji nû ve ji nû ve reh berdim di axê de. tu wisa bi çavekî xwas bi mantiqekî rût li sinê min menihêre. heriya min, di teşta çandekî mêjûyî de bi hezar salan hatiye hevîrkirin û ez hatime patin di hêtûna netewe-bûyîna gelekî kevintirîn û ez ji zerduşt pîrtir ji sedsaleya xwe hêşîntirîn. biyanîtî dijwar e, roza biyanîtî, kabûsekî har e, di ser sînga meriv de û tenêyî mîna dilopekî xwas li okyanûsa mezin bi serê xwe: bê windabûn, bê fetisîn jiyîn… ey tîhna di nav pêlên xwînê de! meqerime meqerise raneweste weşekî bifûre bikele meawiqînê gera xwe haya te ji te hebe. bo welatê xwe, ji welat dûr im bo welatê xwe cêlî û tenya bo welatê xwe, li van deveran tengezar im. ey olana heyvê ku niha leylana wê li diclê li firatê diîse an mîna keçperiyek dileyize li ser deryaça wanê û ey kevirên reşî amedê ku niha li ber tava wê dibirise: hûn nizanin ku dilê min çawa bi we ve ye, bi bêriya we çawa davêje çawa dimerise ji weşê carek. rozayê! xweşkokê şîrînê hişazayê li pêş vêna min ronahî di şêna min de, serketina li xwezayê lê, bûka yekşevîn ku tevî zavê ranezayê: ramîse ji ber min ve bi çavên xwe î kesk î belek stêrkên me yek bi yek û derkeve pêrgîna rojê bi sariya sibê bibêje : - ey dostê min î rabirdû mefera pêşbîra me! tê kengê bibişirî ji me re? kengê bi me re derkevî serketinê? roza! dilmiza, evîna min xweşî şahî bo te rojbaş beyanî be xêr.”
Sayfa 190 - Nûbihar
··
292 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.