ÎRO JI DEST HUSNA HEBÎB
îro ji dest husna hebîb
Sergeşte û heyran im ez
Min eşq û muhbet bûn nesîb
Sewadê sergerdan im ez
Eşqê gelek sewda kirin
Bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin
Mûsayê imran im ez
Mûsa ji dest husna bi nûr
Şêrîniya xalên di hûr
Secde bire ber Kohê Tûr
Nêzîkî remzê wan im ez
Remzê ku dê dilber bikin
Carek bi çeşman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin
Mecrûhê pir-kovanim ez
Min ah ji dest kovan û qehran
Min sebr nayêt li sehran
Şubhetê mewcên di behran
Qulzemê umman im ez
Qulzem û behrên di heftê
Agirê eşqê ku keftê
Dê bisojit şubhe neftê
Min diye, pê zanim ez
Min diye muhbet çi reng e
Sohtime doja pir-yeng e
Min mudam dil jê biheng e
Bi nalîn û efxan im ez
Nalîna teyr û tuyûran
Kalîna çeng û bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran
Bulbulê xoşxan im ez
Bulbulim daîm dixwînim
Ez yeqîn ez te bibînim
Dîn dibim sewda dimînim
Serxoş û sukran im ez
Serxoş û ebter kirim te
Ji illeta rengzer kirim te
Te sotim û ker ker kirim te
Tu agir î buryan im ez
Agir û pêta di dil da
Me'neyan daxan ku hilda
Ew kitab naçit du cilda
Hafizê medhan im ez
Hafizê medh û pesendan
Rohniya mehbûb û rindan
Bê hisab werbûn di findan
Satiyê bêcan im ez
Soti me qet pêt û nar ne
Kuştîme derb lê diyar ne
Min demek sebr û qerar ne
Nexweşê pir-jan im ez
Nexweşê reng lê nemayî
Dest li ser falê nihayî
Wan digot ji çavê giyayî
Kûştiyê e'ynan im ez
Kuştime herdu 'uyûnan
Yan kî yêd nisbet ji nûnan
Radikit ew qetl û xûnan
Girtiyê zîndan im ez
Girtî me insaf di mîr ne
Qazî û muftî ve bîr ne
Qeyd kirim kes bê xebîr ne
Bendeyê hicran im ez
Ma di benda firqeta te
Canfidayê xidmeta te
Da bibînim rehmeta te
Nobedarê xanim im ez
Nobedarê qullehê xo
Dergevanê dergehê xo
Bîne bîr û agahê xo
Tûleyê asîtan im ez
Tûleyê dergahê yar im
Şev û rojan nobedar im
Westayê der întîzar im
Çavrêyê Sultan im ez
Çavrêyê sirra li pêş im
Meqseda ezlê feniş im
Hicreta Yûsuf dikêşim
Ye'qûbê Ken'an im ez
Kor e bo Ye'qûb ji dînê
j'perdeya daxa evînê
Ger dibên veke birînê
Hewceyê Lokman im ez
Wan digot Lokman tebîb e
Gote min xef 'endelîb e
Şafiyê derdan Hebîb e
Pê bawer û îman im ez
Sond dixwim sa'id û destan
Kevir û seylêd li bestan
Min bi xom li curhan bebestan
Bêrahet û asan im ez
'Aşiqan rahetya kêm e
Agir û pêt a dilê me
Cend hezar medhan dibê me
Muhitê esman im ez
Xwezî min sed ser hebûna
Sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl'medhên te bûna
Hêj bi wan niqsan im ez
Ez kiz û zer bûm ji qehrê
Dê devek çibkit ji behrê
Yan du çav çibkin ji sehrê
Bi dîtina eynan im ez
Sed hezar çav min divêna
Bayekî perde hilîna
Xet û xal min têr bidîna
Eşqe qûtî can im ez
Her kesê eşq tê eser kit
Sed hezar perdan di ber kit
Hemûyan dê ker be ker kit
Tazî yû 'uryan im ez
Perde çû ez mame tazî
Dil sirra mehbûb dixazî
Min ibadet eşq û bazî
Bê mey û meyxan im ez
Xaniya bade û mey tê
Mexnî yû hem çeng û ney tê
Min ji eşqan heye-hey tê
Serxweş û sukran im ez
Serxoşê ava heyatê
Meclisa reqs û sematê
Dê çi kim sewm û selatê
B'kûze û fîncan im ez
Ew meyê gerden dirêjan
Şîşe û wan bade rêjan
Min nema hiş li nivêjan
Li deftera dînan im ez
"Mim" û "Hê" aqil vederda
Sicleya eşqê û derda
Lew qelem anî bi ser da
Me'fuyê Xufran im ez
FEQIYÊ TEYRAN<>