5. Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Deng: Necat Zivingî
Deng: Rêşad Sorgul
Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Yek curˈeÊ mey di cam-i Cem ke
Da cam bi mey cihannuma bit
Herçî me irade ye xuya bit
Da keşf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser Iqbal
Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê
Ya her wehe dê li ‘stiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit
Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
taliˈ bibitin ji bo me kewkeb
Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hişyar
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padişahek
Şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ilacê
ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi sikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meşkûk
Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi sikkeyê ˈezîz in
Ger dê hebûya me padişahek
LaIq bidiya Xwidê kulahek
Teˈyîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê leˈîman
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ˈeleyhî û seˈalîk
Mexlûb û mutiê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ˈecem li ser me rakir
Tebeiyyet wan egerçi ˈar e
Ew ˈar li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şair û feqîran
Herçî bire şîrî destê himmet
Zebt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ˈerûs e
Wê hukim di destê şîrê rûs e
Lê iqd û sedaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ˈeta û bexşîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet
Mehra te çi gote min ko himmet
Hasil ko dinê bi şîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi şîrî şehrê şuhret
Tesxîr kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi rezmê Ristem
Bif’kir ji ˈereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê bircan
Ev rûm û ˈecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kenar in
Herdu terefan qebîlê kirmanc
Bo tîrê qeza kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her taIfe seddek in sedîd in
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Ciwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi şîrê himmetê dad
Hindî ji şecaˈetê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ˈuluwwê himmet
Bû maniê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
DaIm bi temerrud û şiqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ˈereb û ˈecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidankemalat
Ehmedê Xanî - Mem û Zîn<>