Çi xweş şah û çi xweş xan î tu Seyda
Di mulkê dil de sultan î tu Seyda
Bi xemze afeta can û dilan î
Bi qamet serwê bustan î tu Seyda
Li ‘alem da ziyaya tel‘eta te
Heqîqet mahê taban î tu Seyda
Di nava bax û bostanê letafet
Çi nazik tayê reyhan î tu Seyda
Di gulzarê heqîqet da heqîqet
Gula têrav û reyyan î tu Seyda
Di ‘ilmê da tu Nu‘man î muheqqeq
Di hikmet behrê ‘ummanî tu Seyda
Di rey û fikr û tedbîra umûran
Dibêjim Asifê dewranî tu Seyda
Terîqet ra çi xweş pîr û zehîr î
Şebîhê Qutbê Rebban î tu Seyda
Tûyî Ristemê kurê Zalê zeman î
Wezîrê şahê Îran î tu Seyda
Te mulkê dil seraser girt îro
Li textê dil Suleyman î tu Seyda
Li Tûrê qelbê xemperwerdehê min
Yeqîn Mûsa ibnî ‘îmran î tu Seyda
Eger çi cilwedar in xwûb û mehbûb
Şehê mehbûb û xûban î tu Seyda
Li vê husna te heyran xas û ‘am in
Bi husnê mahê Ken‘an î tu Seyda
Çi hacet me bi bal werda gulistan
Bi xed werda gulistan î tu Seyda
Li textê dilberê rûne bi şahî
Şehê şahanê dewran î tu Seyda
Bi çûgana cemalê tu li dil de
‘Eceb rimbazê meydan î tu Seyda
Çi xweş zanî tu esrarê qulûban
Belê serrafê qelban î tu Seyda
Birîndar im tu derman ke dilê min
Ku dermanê birînan î tu Seyda
Hezîn û sîneçak û dilfikar im
Ne xemxwarê hezînan î tu Seyda
Me têrav ke ji feyza bêheda xwe
Ji feyzê ra wekî kan î tu Seyda
Bi lutf û merhemet carek nezer de
Bi lutf û rehm û ihsan î tu Seyda
Birêj feyzek li qelbê Fethiyê xwe
Bi heqqê Hezretî Sanî tu Seyda
FETHÎ<>