Cîla û seyqela qelban cemal e
Sefabexşê dilan bejna şepal e
Heram e ev bê bezma hebîban
Digel wan badeya safî helal e
Çi lê kim mescid û mihrab û minber
Ji bo te qible ebrûyên hîlal e
Sedayê 'endelîban tar û azar
Newayê bulbulan her werdê al e
Nemazê 'aşiqan naz û niyaz e
Niyaza sadiqan wechê celal e
Nevê min çeşmeya ava heyatê
Heyata min lebê le’la zelal e
Di weslê Pertoyî sed sale anek
Di hecrê da demek manendî sal e
Perto Begê Hekkarî
Jêrenot:
lebê le'l: lêvên sor
Werd: gul
Al: sor
Dîwan