Gönderi

732 syf.
·
Not rated
Çend pêşniyarên min hene beriya xwendinê. Çaya xwe daynin ber xwe, pişta xwe bidin balgîfê û kêfê jê nirxandinê bistînin. BAŞTIRÎN KURD DIKARIN MIROVÊN REŞIK ÊN EMRÎKAYÊ FÊM BIKIN! "Mirov fêm nakin ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne." (Malcolm X) Nizanim ev gotin ji bo we tê çi wateyê, lê wateya vê gotinê ji bo min gelek kûr û hestwar e. Ez bi xwe dizanim ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne. Ji bo min jî ev yek ji wan pirtûka ye. Pirtûk bi kurtasî qala jiyan û têkoşîna Malcolm X dike. Di pirtûkê de Malcolm X, bi navê xwe yê din Malik Al-Şahbaz, carna dibe hevalê me, carna dibe rêberê me, carna jî dibe mamosteyekî me yê hêja. Pirtûk car caran qala Malcolm X dike, car caran jî qala rewşa Kurdan dike. :)) Ji ber ku di pirtûkê de cihê reşik û kurdan bi hev biguherînî ti ferqek diyar nabe... Nivîskarê me Alex Haley bi destûra Malcolm Xî, bi ji guhdarîkirina jiyana wî, dest nivîsîna pirtûkê dike. Lêbelê Haley jî ji bo Malcolm Xê baştir nas bike rêbazên cuda bi kar tîne. Yek ji wan jî, rojeke Alex Haley dibîne ku Malcolm X tiştên di serê xwe de derbas dibe li ser peçeteyekê dinivîse. Piştî vê kifşê Haley li cem çay û qehweya Malcolm X peçeteyek pêçayî deytîne û dema Malcolm X radibe berî ku bibîne van peçeteyan radihije. Û di pirtûkê de cih dide van nivîsan. Pirtûk di serî de bi pêşgotina nivîskar dest pê dike. Di vê pêşgotinê de ji navê Malcolm ji kû rahiştiye bigrin vegotinên di navbera Alex Haley û Malcolm X jî tê de gelek mijar tên qal kirin. Pêşgotin tam 124 rûpel e û ev pêşgotin jî wekî kurteçîroka pirtûkê ye. Pirtûk ji 19 beşa pêk tê. Û Her beş jî tesîrên cidî li ser jiyana Malcolm kirine. Pirtûk nêzîkî 730 rûpelê ye, lê dema mirov pirtûkê xilas dike dibêje xwezî pirtûk ne ewqas kin bûya. BEŞÊN PIRTÛKÊ Û NAVEROKA PIRTÛKÊ: Em di beşa yekemîn de malbata Malcolm X nas dikin. Malcolm di 19ê Gulana 1925an de li Bajarê Omaha ji dayik bûye. Ew zarokê 7emîn ê malbatê ye. Bavê Malcolm Baptîst bû, ji ber vê yekê gelek caran mala wan dihat êrîş kirin. Jixwe sedema mirina bavê wî jî Baptîst bûn bû . (Baptîst yek ji mezhebê xrîstiyaniyê ye.) Dayika wî jî jinekê xwende bû û ji ber mêrê wê spî ye hin cara jê nefret dikir. Ji ber wê ye Malcolm X jî tam ne reş bû, rengê por û çermê wî qehweyî û sor bûn. Ji ber mirina bav, dîya Malcolm dikeve di nav tengasiyekê û bi vê rewşa derûniyê de nikare xwarinek jî çêbike. Ji ber vê yekê, ji bo Malcolm baş bê perwerde kirin û mezin bibe wî didin mala Gohanna ya. Ji bilî xwişk û birayekî wî, aqûbeta xwişk û birayên wî yên din jî bi heman awayî bûn. Jiyana malbata Malcolm a nû zêde nedomîya. Û Malcolm ji ber tevgerên xwe jî ji dibistanê hat avêtin. Sal derbas dibûn Malcolm bi zilamekî bi navê Shorty nasî û bi saya wî di Salona Baleya Dewletê ya Roseland de dest bi karê boyaxkirina pêlavan kir. Xirabîyên wî piştî vê karê dest pê kirin. Wekî kişandina cixare, vexwarina meyê û esrar... Malcolm nizanîbû bireqise lê jê reqisînê gelek hez dikir. Malcolm di cihekî wisa de dixebitî û her gav xwe diavêt di nav dansê û dans dikir. Piştî çend rojan Malcolm dît ku kar û reqisîn bi hevre naçin dev jê karê berda. Lê ev tişt jî zêde nedomîya. Ket karekî nû. Karê wî yê nû di kulîçexaneyekê de garsontî bû. Keçikek bi navê Laura hebû ku her şev dihat vê kulîçexaneyê. Li gor Malcolmî ew keçik jê her kesî cuda bû. Malcolm hêdî hêdî jê hez dikir û di dawiyê de hewl da ku pê re biaxive. Êdî hev nas dikirin. Her du jî têgihîştin ku ji reqsê hez dikin, ew jî bibû hevbeşiya wan. Êdî bi hev re direqisîn lê ev nêzîk bûn jiyana Laura guherand. Laura ji rê derdiket, ji xwendingehê dûr diket û bi bandoriya Malcolm X diket rêyeke xeter. Wisa wilo wiha di nav çend salan de jiyana Malcolm di nav gelek karên wisa de derbas bûn. Lê di her karê xwe de dev jê Esrar, kokoinê bernedida. Ji serde tiştên xirabtir dikir wekî, dizî û firotina jinan... Rojek ji rojên sibatê, sal 1945. Malcolm bi hevalên xwe re, danê şevê dikevin dizîya malekî. Malcolm di malekî de demjimêrek şikestî dibîne û radihêje. Nizane ku ev demjimêr bibe sedema guhertina jiyana wî. Piştî çend rojan Malcolm ji bo demjimêrê tamîr bike diçe li bal demjimêrfiroşê. Ji bo bê tamîr kirin demjimêrê li wir dihêle. Piştî du rojan, dema diçe demjimêrê bistîne, jiyana wî tarûmar dibe. Derdikeve holê ku xwediyê saetê bi hemû demjimêrfiroşan re têkilî daniye û ji wan re ragihandiye ku saeta wî hatiye dizîn û çi pirsgirêkê saetê heye. Piştî Malcolm X dikeve dikana demjimêrfiroşê ji aliyê dedektifan ve tê binçavkirin. Derdikeve li ber dadgehê. Dadgeh biryarê dide. Biryar 10 sal heps. Malcolm di bihara ciwantîya xwe de dikeve hepsê Di hepsê de jî bi saya gardîyana esrara xwe dikşîne. Tiştê ku Malcolm zêdetirîn kêf jê distîne jî dijûn û çêr kirina Încîl û Xwedê bû. Ji ber vê yekê jî girtiyên li koxûşan ji wî re navek danîbûn; ŞEYTÊN! Xala werçerxê ya jiyana Malcolm serîlêdana birayê wî ya bi navê Reginald bû. Birayê wî jê Malcolmî re qala "Xwedê wekî mirovekî reşik xwe nîşanî mirovekî bi navê Elijah kiriye" kir. Û qala xirabîyên mirovên spî.... Lê Malcolm dîsa bi çêr û dijûnan bersiv da birayê xwe. Reginald lê da û çû. Paşê Malcolm li ser vê tiştê fikirî, ferhengek dît û wê ferhengê jiber kir û fêrî nivîsandinê bû. Piştî wê demê nameya xwe ya yekem ji Elijah Mihemed re nivîsand. Bersiv ji aliyê Elijah ve hat. "Ji bo biryara te ya meşîna li ser rêya rasteqînê te pîroz dikim." Malcolm êdî her roj jê Elijah re nameyan dinivîsand. Ji serde di pirtûkxaneya girtîgehê de pirtûkên felsefi û dîrokî dixwend. Malcolm di bernameyên nîqaşê yê heftaneyê de agahiyên ku ji pirtûkan fêr bûye bi şêwaza hevpeyvînê dianî li ber ziman. Êdî jiyana wî ya girtîgehê wisa derbas dibû. Her roj xwe pêş dixist û tiştên fêr dibû bi hevalên xwe re rave dikir. Malcolm çawa ji girtîgehê derket di mala birayê xwe yê Wilfred de gusla destnimêja xwe girt û dest bi nimêjên xwe kir. Piştre ew beşdarî civînên Sanctuary Number One ya li Detroitê bû. Di havîna 1953an de bû alîkarê serokê mizgeftê. Û bi vê mîsyonê re, nefreta wî ya li dijî mirovên spî roj bi roj zêdetir dibû. Malcolm di civînan de her tim nêrînên xwe yên li dijî mirovên spî jê reşikan re vedigot û bi van gotinan jî reşik dihatin li ser hemdê xwe. Û dijminê xwe nas dikirin. Malcolm di civînan de jineke bi navê Betty naskir. Betty di nexweşxaneya mezin a hemşîreyê de dixebitî. Betty di derbarê zanyariyên tenduristî û pirsgirêkên bijîşkî de ders dida keç û jinên misilman. Ev tişt jî xweşa Malcolm dibir. Hevnasîna wan kûr bû û piştî demekê kin zewicîn Malcolm roj bi roj bi gotinên xwe yên li dijî reşika û bi nivîsên xwe navdar dibû. Her wiha di jiyana wî de tehdît û tehdîtên mirinê kêm nedibû. Malcolm di her hevpeyvîn û nivîsên xwe de qala pêxemberiya Elijah Mihemed dikir. Û Malcolm bawer nedikir ku Elijah Mihemed zinayê dike. Lê piştî Sekretêrên taybet ê Elijah Mihemed ducanî bûn û wan hemûyan di dadgehê de van tiştan qebûl kirin, Malcolm ket di nav fikrên kûr. Malcolm piştî van bûyeran biryar da ku bi Elijah Mihemed re biaxive. Malcolm rasterast bi zelalî qala tiştên ku dihate gotin jê Elijah re kir. Bersiva Elijah Mihemed ev bû: "Ez Dawid im. Dema tu jiyana Dawid dixwînî, tu dibînî ku Dawid çavê xwe dixe jineke zewicandî. Ha ew Dawid ez im. Te jiyana nûhê xwendiye, ew mirovê serxweş, ew kes rasterast ez im. Divê te serpêhatiyên Lûtî xwendibe. Ew pêxamberê ku bi keçên xwe re razaye. Dibe ku tiştên ku ez jî dikim caiz be." Ev gotin bû sedema ji hev veqetîna Malcolm X û Elijah. Piştî vê rewşê Malcolm li gorî berê zêdetir nameyên tehditê distîne û ji her kesî guman dike. Piştî van bûyera Malcolm hebkî bêhna xwe berde diçe Bostonê li bal xwişka xwe yê Ella û jê xwişka xwe re dibêje "Ez dixwazim herim mekkeyê ku ferza xwe ya hecê bînim cih." Piştî Ella van gotinên Malcolm, bihîst pere da hev û her tiştî eyar kir. Malcolm çawa çû mekkeyê ferzên xwe anî cih. Û dît ku biratiya rastî li vir e. Her kes wekhev e û mafê her kesî wekî hev e. Ji serde Malcolm li wir bû mêvanê Padîşah Feysel a ku serwerê Erebîstanê jî. Malcolm piştî Erebîstanê, bi balafirê çû gelek welatên cuda û tevlî konferansên çapemeniyê bû. Lê cihê ku her diçû ev pirs jê re dihat pirsîn. "ÇIMA NAVBERA TE Û ELIJAH MIHEMED VEBÛ." SÛÎKAST: Rojek rojên xweş ên 1965ê. Dîsa civînek... Lê ti kes nizane ku ev civîn civîna dawîn a Malcolm X e. Dibe ku Malcolm di vê civînê de qala biratî, nexweşiya biçûk dîtinê, mafên bindestan an jî serpêhatiyên xwe yên li Mekkeyê ji beşdarvanan re pêşkêş bike lê nebû. Di civînê de şer derket, Malcolm ji aliyê sê kesan ve hat gullebaran kirin. Tam 16 gulle li laşê wî ketin. Ji kursîyê ket erdê. Hêdî hêdî çavê wî dihatin girtin, hêdî hêdî jê dinyaya ferazî xatir dixwest. Ew mirovê ku stûyê xwe qet netewandiye bi 16 gulleyan ket erdê. Ew kesê ku pişt xwe gelek serhildanên nûwaze hiştiye mir... Piştî kuştina wî tê fêm kirin ku kesên wî dikujin jî reşik bûn. Ew mirovê ji bo mafên reşikan têdikoşe ji aliyê reşikan ve tê kuştin. Heyf, heyf, heyf.... KURTERAMANÊN MIN: Çîroka Malcolm û reşikên Emerîkayê dişibe ya Kurdan. Dijminê wan ê mezintirîn di nav wan de ne. Dijminê xwe nas nakin berevajî ji dagirkerên xwe hez dikin. Di her rewşê de jî gelek peyamber ji wan re hatine lê qet bawerî bi peyamberên xwe neanîne. Yek ji wan peyambera jî Malcolm X bû. Lê ew jî wekî Îsa ji destê xelkê xwe hat kuştin. Heyf û heyf... Û jibîr nekin Çîroka Malcolm X, ne tenê ya şexsekî an malbatekî ye, çîroka hemû reşikan e.
Malcolm X
Malcolm XAlex Haley · İnsan yayınları · 20182,794 okunma
·
258 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.