Gönderi

Romeo û Juliet
SEHNEYA I. Verona. Baxê binemala CAPULETAN. ROMEO dikeve hundir. Bi tena serê xwe ye. ... JULIET. Kê rê li ber te xist ku te ev der peyda kir? ROMEO. Evînê, pêşî wê ez hestandim ser piyan ku ez lê bigerim; Wê şîret û pend li min kirin, çavên min bi wê re bûn alîkar. Ez ne rêber im; lê dîsa jî, heke tu dûr jî bûyayî bi qasî Perava bêserî û bêbinî ya ku li ber pêlên dûrtirîn deryayê tê veşûştin, Ji bo berhemeke wiha min ê xwe bavêta nava agirê serpêhatiyê. JULIET. Tu dibînî, min rûpoşa şevê bi rûyê xwe de kiriye, Yan na, piştî tiştên ku îşev te ji devê min bihîstin, Te yê bidîta rûyê min rebena xama çawa soromoro bû. Bi heft dilan xwezî, xwezî, xwezî min li xwe danenîna Tiştên gava din min gotî: lê oxira xêrê be ji rêz û rêzikan re! Tu ji min hez dikî? Ez pê dizanim ku tu yê bibêjî, 'Erê'; Ez ê jî bi gotina te bawer bibim: lêbelê, heke tu xwe bidî sondan, Dibe ku tu paşê sondşikên bî; gotina gotinbêjan e, Dibêjin, Jupiter' tinazên xwe dike bi sondên derewîn Ên evîndaran. Lo Romeoyê camêr û tovrind, Donê genî nabe rûn, heke tu hez dikî, bi dilsozî bibêje: Yan na heke tu dibêjî, min çawa zû ev keçik xiste tora xwe, Wê qinyata min bişikê, ez ê li te zîz bibim, bibêjime te, na, Wisa jî tu yê xwe li ber min bikî 'erd û xwelî; Lê ku tu bi min re rast bî, ez çu caran tiştê wisa nakim. Montagueê tîtal, ku tu rastiyê bixwazî, min dil berda te; Lewma jî, dibe ku tu bibêjî, eva yeke çî dêllzengil e: Lê camêr, tu bi min bawer bî, ez ê bi te re rasttir bim Ji wan ên ku xerîbiyê dikin, lê 'ecêb xortxapînok in. Divê ez li xwe daynim ku diviya ez bêtir şermoke bûma, Lê hê ez lê hay nebûyî, min hew lê nihêrî ku min gotiye, 'Huba te bi ser min de firiya, ev yek jî li te tesele bû: Lewma jî tu li min megirî; tu di dilê xwe de mebêjî, Eva yeke çî dilse ye, ê welleh ez ne bi destê xwe bûm, Şeva tarî ev yeka min gotî anî mexderê. ROMEO. Banûyê, ez sondê dixwim bi heyva pîroz a li wê dera han Ya ku şewla xwe ya zîvîn dide ser hemû tîtalakên van darên fêkiyan, - JULIET. Lo, bi heyvê, bi heyva xilxeme sondê mexwe Da ku evîna te mîna wê mebe bê qewl û qerar, Heyv di feleka xwe de bi hesabê mehê dikeve dilqekî din. ... William Shakespeare
Romeo û Juliet
Romeo û Juliet
··
1 plus 1
·
148 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.