Gönderi

Ferhadê Içmo - Ji Mir Gotin/Li Qamışlo
ji mir gotin li qamişlo dîlbera te mest û gêj e li ser êşa vê dîlberê yek şîretê kes nabêje gotin bûk e, lê biçûk e çîroka wê pir dirêj e destê nojdar brîndar e bin nenûka tev qirej e ji mir gotin li amedê dîlbera te pir dinale di çavê min ji hêsra re şev û rojê sor peyal e ev bû sed sal di vê xewnê li pêş çava hîn xeyalê sal buhurîn li hêviya wê serê îro gewr û kal e ji mir gotin li mehabad dîlbera te wa bêdeng e di zindana kul û êşa xemla bejnê tarî reng e heger wilo jahr bimîne cihê wêna gora teng e min got bes e vê nebêjin hîn ji mêjde şox û şeng e ji mir gotin li hewlerê dîlbera te perîşan e ji ber êşa perçebûnê di xemlê de dil kovan e li nav cîhan hîn nenas e bêsînor û bênîşan e min got rast e, lê bi ala xwedî tac û parleman e ev bû sed sal ez dinalim ji ber êşa çar dîlbera birînen wan derman bikin bi rondikên gulîsera agirê sar ez ê dadim wek ronak û find û cira ta ku ew bax bixemile li şûnwarê kelemperê Baha Şêxo- youtu.be/2FLUHJmOZOI
··
27 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.