Gönderi

96 syf.
6/10 puan verdi
·
Liked
NETIRSIN... DEMA KU ÇAV DITIRSE ŞAŞ DIBÎNE(r.52)
"Kûçik Û Hesarê Bavê Min" kana hevok û honandina lihevhatiye. Hevoksazî û honandin ew qas lihev hatiye. Mirov wetrê. Hevokek î jê derxe wê dîwarî honandinê welgere. Nivîskarî vegotina bi çavê yekem vegotiye. Nexş nemuş ê ku tevna xwe de cî bi cî kiriye ,heya dawiyê didomîne . Çiroka xwe wek çilkezî ya j honandiye. Dema şoreş pêk tê pêşî qala berteka heywanan dike. Hemû hesarê dertên diçin. Piştî demekî vedigerin tên. Paşê behsa mirovê di nava hêsar ê dike. Ew jî dertên diçin. Piştî demekî vedigerin tên. Niviskar bi vî ava yî . Çawa keziye kî hilde bihune heya jêr were. Paşê here keziyeke din hilde û bihune û were sêrî.Hurgilîyên xwe hertim bi zargotinê bi remzên çandî xemilandiye. Metleba niviskar rexneya kiryarên tevgerên azadiyê û helbet civat xwe ye. Çîrok ser malbatekî ye. Deshilatarî li ser bavê hatiye sembolîzekirin. Bav ango deshilat nahêle xeynî wî tu binuwer hebuna xwe ava bike. Hemû bîniwer bi xesandinê têne kedîkirin. Û bindest diminîn. Metaforê çîrokê gelek gelek di rêzê de ne. Kîjan wêjevan radibe deshilatiyê bi bavê. Serdeqetê ser seyan hwd sembolîze dike. Helbet metleb rexneya hijmendiya pergala mêranî be wê ser bavê raweste. Bi rastî deshilatarê malbatê bav e. Lê mijareke ew qas baş,vegotina wusa nazenîn û mistîk ,nehatiye. Bav:deshiladare.Se: Ên bindest û xwedî seqetin.Hesp: Şervanin. En berxwedêr û tekoşerin. Lê hin caran zirarê jî didin gel,şêr; Hêze ,notirvanê goristanê; amûrê deshilatare. Ji bo wê pişkiriya wî , hatiye xelatkirin. Û buye notirvan.Xesandin ;Kedikirin an jî bêhêz hiştin e. Li vir civatek hebuna xwe ava nekiriye heye. Ber zilma deshiladar. Heya naha qet xweser nebuye. Û nizane dema xweser be wê çi bike. Ew azadiya kû kesera wî dikişand(r.53)Dest dikeve. Lê nizane bijî . Li ber wê şunda vedigerin hesarê.Ew qas hînê bindestiyê bûne dema azadî tê kes nizane wê çi bike. Dema hesarê dertên nizanin wê ku da werin. Divêjin "Emê herin ku?". Û vedigerin têne hesarê.Heta Dema bav dimire. Deshilatî dikeve destê kur de. Piştî wê, kur diçe gora bav dikole û xwîna wî dimije. Yanê axir pêdiviya wî bav( zilimkar)çêdibe. Bêhaviliyek ew qas xurt dertê holê heta dar û kevz jî ber bêhaviliyê bêbextiyê dikin. Ev trajediyek pir xurt e. Çirok yek çiq e. Belê peyamek heye li holê . Lê bê palbişte.hurbiniyê derunî (piskoanaliz)hema bêje qet tune. Li wir kes hene, civata heye. Hember zilma mezin. Keserek bo azadiye heye. Axirî ji ber bêhaviliyê serî bêbextiyê didin. Yanê tenê buyer vegotiye. Buyer pir gringe. Sazka wê û hêzên honandin pir baş e. Lê bê palpişte.
Hesar û Kûçikên Bavê Min
Hesar û Kûçikên Bavê MinŞêrzad Hesen · Dara · 202013 okunma
··
156 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.