'Ehzeme allahû ecrekûm'
dilşikestî ye Ziving
û payîza dawî
rêwî
xembar in li pêrgîniyê:
porê wî berfa Cûdî
ne piyan
kilîliyan rahiştiyê
-ehzeme allahû ecrekûm...
mirinê bilikum!
zordarên li ser hikum!
Mûsa we kuşt, we kuşt!
me dahişt dîroka azadiyê
ji sor, ka zelîlî Mûnzir?
hê û hê kelgirî ye Dîjle
lo law
kîjan mirinê em ragihînin te?..
nûçeyên rojnameyan xwerû b' kuştina me ne
bi mêranî me azadî xwestiye
gunehekî me ev e
yê diduwan, em in xwazgîniyên welatekî...
kuştin, hêsrên mirinê ne, Mûsayê min
gur jî dadide kerî ji kerba!
dikujin, bila min jî bikujin birayê min
hê ku lîlîn hêsr in li van erda!
Arjen Arî
Ziving: gundê Mûsa Anter e.