Gönderi

Welatperestî
Payebilindî Welatperestî Çekên qelsan e: Jarî û mestî Zana û jîr im Bindestê dijmin Çiqas dijwar e Ewreng bindestî Destan vemalin Dakevin meydan Eger dixwazin Bigrin serbestî Ey gernasên kurd Rabin weke şêr Ji xwe bawêjin: Xwarî û sistî! Xebat ji bo me Divêt bi xurtî Dilpak û zana Gelek bi ristî Welat xweş bûk e Xwîna me qelen Naxî ber sîngê Bûkê nexwestî Metirse ko kurd Pir paş de maye Kesî nedî goşt Bê çerm û hestî Qûnax bi qûnax Diçî ser çiyê Rast e di vê rê Gelek diwestî Welat ta kengî Wilo parçe bî Em tev di nav de Jar û şikestî Cigerxwîn îro Gel pir şiyar e Bes e metirse Kêr gîha hestî!
·
200 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.