Şahnameya Kurdî
Çîroka Bewrê(Pilingê) Beyan
Li gor riwayetê Bewrê Beyan a Kurdî, gava ku Key Kawûs piştî bavê xwe cihê wî digire û diçe ser textê padişahiya Îranê, ji sed û çil lehengên xwe dipirse ka kî ji wan dixwaze biçe şerê Bewrê Beyan bike. Lê tu kes naxwaze biçe li hember Bewrê Beyan û bersivekê nade:
...
Rustemê Zal ku hêj biçûk e gava ku vê rewşe dibîne, dibêje ku ew dilxwaz e ku biçe li hember Bewrê Beyan şer bike. Padişah û hemû serdar bi gotina Rustem dikenin. Zal jî ji gotinên Rustem aciz dibe û dibêje ku Rustem dîn bûye û bi qamçiyê lê dixe û artêşa xwe amade dike û diçe şerê Bewrê Beyan bike:
...
Rustem ji Zal lêborînê dixwaze û ew her du diçin şerê Bewrê Beyan. Bewrê Beyan tê kuştin û çermê wî, ku tîr û şûr nikarin zererê bidin wî, dibe zirxê Rustem:
"Ne tîr ne şemşîr ne herbey giran
Kariger nemeyû ne rûy ev xeftan"
Key Kawûs ji xebera kuştina Bewrê Beyan gelek kêfxweş dibe û Rustem wek "şêrê tacbexş" bi nav dike:
"Key Kawûs şineft watiş merheba
Ama ve pêşiwaz Pîlten ne ra
Dest kird ve garden Rustemê dastan
Watiş merheba nevêy Nerîman
Îsa mizanûm tu yî tacbexş
Yezdan yarit bû şêrê tacbexş"
Jêrenot:
Pîlten, yê ku laşê wî wek fîl mezin û bi hêz e, nasnavek Rustemê Zal e. Firdewsî jî di berhema xwe de "Pîlten" bi kar aniye. Lê ew çîrok û koka vî nasnavî nabêje. Lê di Şahnameyên Kurdî behsa koka nasnavê "Pîlten" hatiye tomarkirin.
Şahnameya Kurdî