Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

216 syf.
·
Puan vermedi
·
5 günde okudu
Baştirîn Vegêr bo Kurdî
Pirtûkekê bifikirin ji aliyê teknîkên romanê ve yek ji wan berhemên herî serkeftî ye belam hîç nirxandinek an jî gotarek bi dilê wê nehatiye nivîsandin, layiqê pesindayînê nehatiye dîtin, li hemberî populeriya wan berhemên çîzovîzo têk çûye. Bimre bêdewletî! Di edebiyata kurdî de kêm berhem hene da zora meriv bibin û mêjiyê merî error bide. Ev berhema Eta Nehayî jî eyn ji wana ye. Nivîsandin tişkî çawan e min tecrûbe nekiriye lê belê têgihiştin ne karê her kesî ye, min vêya baş tecrûbe kir. Ev pirtûk bû sedem da xwe ji aliyê têgihiştina wêjeyî ve rexne bikim. Heta dawiya pirtûkê jî serê min her tevlihev bû lê rêzebûyer ewqas bi tehm bûn min nekir ji destê xwe daynim. Lehengên romanê ji ciwanan pêk tê, ciwanên ku ti xêrê ji axa xwe û evîna xwe nedîtî. Meriv di qedera wan de parîkî ji xwe re jî vediqetîne, lew Kurd in, xwedî dîrokeke kulek in. Ya ku berhemê serkeftîtir dike teknîka vegêr e ku min mînaka wê di ti berhemên kurdî de nedît, dibe ku hebe û ez lê rast nehatibim. Vegêr, yezdanek e ku hem li derveyî pirtûkê ye hem jî perçeyek ji pirtûkê. Vebêjer bi xwe ye, bi lehengan re dirûne, vedixwe, tewir şîretan jî li wan dike. Carinan jî pala xwe dide belgî tenê çavdêriya wan dike. Axir nemir e. Leheng dimirin, ew dimîne. Ev yek şêwazeke cuda dabû berhemê, fêhmkirin zehmettir kiribû, lê bi heman awayî herikîneke xweş û geş dabû binçenga berhemê. Di dawiyê de, ji wan ciwanan ên mêr dimirin, ên jin dimînin; namînin ji ti kesî re, dimînin tik û tenê. Ji perspektîfa rexneya femînîst merî dikare li ser vê rewşa jinê raweste, lê ez ê li vir dirêj nekim, belkî rojekî di gotarekî de... Wek gotina dawî dixwazim bibêjim, di nava her çar parçeyên Welêt de, parçeya Bakur a herî qels e ji aliyê wêjeyê ve. Ev ne îddîayek herweha nêrînek e. Bimînin nav xweşiya pirtûkan da.
Balindeyên Li Ber Bê
Balindeyên Li Ber BêEta Nehayi · Avesta Yayınları · 20137 okunma
··
449 görüntüleme
Cîhan Narîcîcan okurunun profil resmi
Bi rastî nêrîn , nirxandin û ramanên we jî sax bin ,ez bawerim ku we jî şîroveyeke gelekî herikbar û têgihiştî afirandiye. Silav û rêz.
Şeyma okurunun profil resmi
Gelek spas 🤗 mala te û hemî hevalên kurdîaxêv şên û ava be 🌼🌼
1 sonraki yanıtı göster
Memet okurunun profil resmi
Ez ê bixwînim min tatêl kir.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.