Gönderi

Gazinan nakim Xeman naxum Bengî bûme Evîndar im Di şevên ripîreş de Bi hêviya berbangeke sipîsor Ne tenê Ji ber tenêtiya xwe Ya rojekê û miûziya xwe Ya danekî Rojê temenekî xerc dikim Ji bo te Bi hestên xwe Bi destên xwe Li dar dixim Sêpêka xwe Sêpêka dardekirina xwe Dikim qîrîn Bi zimanê xwe û Dibêjim: Ne tenê cerekê Ne tenê canekî Rojê sed carî û carê sed canî Dikim goriya te" û dîsa bi destê xwe Dikşînim Benê dardekirina xwe Ey jiyan
·
33 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.