Dil diçike dema dildarê dibîne. Ferat ber bi Dîcleyê diherikî û êdî kesî nikarîbû serî bigirta.
Ezê destnimêja evînê hildim
Sond bixwim bi sonda qesemê
Riyên hemû pîroz derbas bim
Li ber banga sebra sibihê
Di bêhna bayekî sivik de
Hez dikim
Tewaf bikim Kebeya dilê te
Ku tu min qebûl nekî delalî
Ezê pêxemberê evînê bikim
Navbera xwe û te û Xwedê
Wê Xwedê min bibexşîne
Wê ji min re tiştekî bibîne
Ezê destekî xwe bidim Çiyayê Agirî
Destekî jî bidim Çiyayê Sîpanê
Bi duayan
Hêstirên xwe birijînim Behra Wanê
Piştî duayên hezar salan
Rojên ji rojek pîroz
Dîsan rû bidim deriyê dilê te
Û ji hemû kitêbên pîroz
Dixwazim ku şîfreya dilê te
Beriya bayê tofanê
Ji min re bişinîn
Ku min şîfre got
Û li zingilê dilê te xist
Wê Îsrafîl sûrê bîne bîra xwe
Ez û Tu
Dest bi hevre derbas bin
Ji pira Siratê
Mizgînîya pêxemberê Xwedê heye
Kê li vê dinyayê ji kê hez kiribe
Wê li dinyaya din bi wê re heşr bibe
Mizgînîya pêxemberê Xwedê heye