Mirin, xew e, ne kêm ne zêde
Û bi ketina xewê em divên bi dawî bînin
Êşên dil, û bi hezaran şaşwazîyên termê me dihejînin. Xwezî li vê xumarî ya bêhiş.
Mirin, xew...
Xew, belê xew xewn e jî,
A nexweş ev e!
Kengî me bextê xwe da ber ba ya mirinê
Kê dizane di vê xewê de wê çi xewn bên dîtin
Loma ye
Em huş, li vê tirsê diqewimin
Loma ye
Em di vê êşkence ya bêdawî de berxwedar in
Ya na, kê dikare
Li ber şelax ê zeman berxwe bide
Diran ê xwe li ber zilm a zalim bijidîne
Bêhna xwe li qirêjkirin a camêrîyê fireh bigire
Axîn a evîn a bêqedr hilde,
Kê dikare çavê xwe bigire
Li dereng ketina edaletê
Heqaret ên dewletê
Û bext ê ku kes ên ne heja bidest xistine
Yên bi qasî ser ê derzîyê ne hêja ne
Kî dixwest ji kerba diranên xwe bicûta
Û xwîn û xwêdan ji xwe biherikanda
Û bêzar bijiya
Belê, xof a tiştek paş mirinê
Ewê Netew a veşartî, rawestgeh a rêwî jê venagerin
Xwezîyan şaşwaz dihêle
Loma em xwe li ziyankarên xwe digirin
Ji dêliva birêketin a diyar ê em bêçar pê nezan in