Gönderi

Ez Û Tu Û Payîz
Dîsa birîn! Di canê min de, li vê demsalê, li ser vê xakê, û li peravên te Deryayê!! derdibûn. û, ji te jî....(can ) gulleya demê, bê vexwendin, di sînga min de, tûnd dihat. û ji nû ve..... vê payîzê, kirasê xwe, yê mîna rengê, riwê te, û barîna libên barana ewrên xwe, li min dike. û..... bi tenha dixwaze min di xewna xwe de, bêyî xewnên demsalên din! di şewata bêdengiyê de, min dûrî te bêdeng bike. ............. Min jî...... Ji boyî te û soza xwe ne tenê jê! lê, ji hemû payîzan hezdikir, û.... jê re wekî Yar her dixwest? Di dawa wê de, radizam. û di wê dawê de! dil û çav enî û lêv, ji jor.... li bendî.... dana te diman. .............. Niha dizanim? min ji mêj û berî zayîna te, min tu, tê de nasdikirî! Bi wê nasînê, û bêyî dilê yar te ji xwe re dil dibir. Bayê wê, bi bayê te! li min dihat. û li ser beyaran keskegiha, şîn dibû. û ji şevên tarî ew giha.... mîna çavyê ewrên te û maçê li ser destên te, vêdiket. ............. Vê payîzê? Min bi te! dikir..... deyndarê xwe. Min dikuşt, û te jî... nîv kuştî dihişt. û ji te re, diyariyên........ ku min, bi ked û xwêdana xwe û di tûrê xwe de, kom dikirin.... bêyî min, bi navê xwe bi bayê dil re, û di dawiya şeva ku ji min re? bêyî te! ew jî.... wek dojeh dima, tev dibirin û rêdikirin. ............. Vê payîzê? dixwest.....min û te, wekî xwe, di xeman de, pîr bike. Dîsa..... te ji min distend, û.... te ji min, zivêr dihişt. Ta bi heyvanê, ji te mayî! li tenişta min.... û di kêlîkên westana min de, didizî, û pê..... Ezmanê xweyî nediyar, ji wî heyvanî, ji vê demê û demên din re, şîn dikir. .............. Vê payîzê? min ji guhên xwe davêt. Lê, ew jî.... mîna guharekî zîv, tim, li guhên min dida, û ji wê lêdanê! tim nalîna te dihat. ............. Vê payîzê? min hînî, xemên xwe dikir. Min jî, jê? nema dilsojî dixwest, wê jî, carekê nedigot: xemên te, ji hemû xemên min bêtir in. ............. Vê payîzê? tevî ku min ji yekî.....dikir deh û ji dehan.......dikirin sed û ji sedî...........dikirin hezar, lê her dem, zora min dibir. û .... şûrê wê! di evîna min û te de ko dibû, û li newalan, mîna pelikan, jê diket. .......... Vê payîzê? wekî berê Ji sozan! bêsoz dima. û ji me xeyidî.... Pişt dida. û min û te ji govendên vî bajarî (Beyrût) vê buhiştê dûr dixist. Dîsa...ji rêçên te, bi tenha..... yek rê, dihişt, û ew jî.... şanî min nekir. Beyrût, 20.10.2002 Azer Osî
·
42 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.