Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Serencama pisîkê
Pisîkê taxek feqîr Carek diçe mala Mîr Li nav baxçe, ber birkê Rastî peykerê şêr tê Bi baldarî lê nêrî Jê tiştek neket serî çû ber mirêka hundir Li xwe gerand çend awir Dît ku mîna peyeker e Ji qalibê xwe der e... Ji yê malê dipirse: “Ewê wek min çi kes e?” Got: Ew peykerê şêr e Pir bi hêz û xweş mêr e, şahê ajalên kovî Gur li nik dibin rovî... Hakimê çol û çiyê Ji fîl ta bi mûriyê Li daristanê ajal Bi giyan û can û mal Hemî jê re leşker in Bêyî wî tevnagerin. Piştî van pesnê şêran Ku pisîkê malê dan Biryar girt ku bibe şêr Rizgar bike jin û mêr; Awir vedan wek piling Terî rakir, kire sing Rabû çû warek nenas Pesnê xwe da bêqeyas.... Li her derê bû dengî Bizava wî lehengî Baz û piling yek bi yek Hatin balê bûne lek Gişan hilda darê xwe Berê xwe dan warê xwe... Bi def, borî û bilûr Guran kire zûrezûr Gur û torîk çûn ser wan şar û gund kirin wêran Bi guran re şer danîn Rabûn qira hev anîn Baz û pilingên leheng Dinya li gur kirin ten Gur ketin bextê rovî Ku hinek bibe hêvî. Ew roviyê pir fenek Geh bi xap û geh bi dek Berê xwe da şoreşê Bi zikişkê, bi meşe Xwe gihande serleşker Dît ku pisîkek çavzer... Pisîk bazda kadînê Geh jî kete kulînê... Rovî ew girt û anî Li destê guran danî. Ji ber kirinên mekruh Ahd da, kir toba nesûh Nema tiştek wiha kir Giyanê xwe riha kir... Rast e, beza kitikê Ji axo ta sifikê... Ev çi hêviya bêxêr!.. çawa pisîk bibe şêr?
·
50 görüntüleme
Pîrhevok el Kurdî ❂ okurunun profil resmi
Hêvîdar im ku peyama te hate fehm kirin
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.