Gönderi

Nesrîneke Wendayî
Ey delalo! Delalê nesrîna li ber ba Ketî, Delalê kêla bê nav û gora bê deng û bejna li nav wê Raketî * * * Ey delalo! Bêje ey hevalê dil! çima ji ber çavê min tu Windayî? çima te ew pozê nazik li min Hildaye? çima berbanga çavê te tim Razaye? Li derketina rojê Napirse! Nabêje nesrîna min li ku Maye?! * * * Ey delalo! Siwarên hespên şîn boz Li ber lingê min hatine Xwar, Lê min ji wan re got: Her û her delalê dilê mine Siwar, Ji derdê penaberiya wî dikim Hawar … Lê bera her kes zanibe Wê rojekê delalê min bê Bejna nesrîna xwe Ji tewandinê rast bike, û bê tirs û saw wê şiyarke hizrên Xewar … * * * Ey delalo! Ezê gilî û gazinên xwe bi Tixûbên bê ol bikim, Mirinê ji mayinên bêbext Birevînim, Ezê pişta xwe bi Asoyên bê hest Girêdim, Bejna xwe bi kelemperên Windabûn û xapandinê Bixemlînim, Dîlana xwe û te li Qada rewrewk û leylanan Bigerînim. * * * Ey delalo! Ezê her sibeh xwe bi Ava lêvên te Rewa bikim, Gunehên xwe bi Ava destlimêja te Tahir bikim … Lê ….! Dikim û nakim Dûrbûna te jibîr nakim, Dibe ava zilindarê, Dibe stirî … çawa ezê hembêzbikim çawa ezê diyar bikim * * * Ey delalo! Gula bê bêhn te Hembêz kir … Ew sexteye, Te ji bo wê her tişt Daye… û nesrîna te bûye Stirî, Di nav dijminan de Maye … Erê delalo …! Tu cengewarîyê ji bo Parastina xelkê dikî Lê sed mixabin …!! Te jibîrkiriye Ku nesrîna te Bê cî, bêwar û Windaye.. û ji bo dîtina te Her tişt daye Her tişt daye…
Bêwar Îbrahîm
·
50 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.