Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Bo Tirkan Nameyek Vekirî
çi ye hûn bi ser me de her diqîrin? Ma hûn evqas xedar û jîrin? Berî we bi hezaran sal Me konê xwe li van sirtan danî Me di kolosên van çiyan de, pir ji zû ve daçikandin al Me ava kirin bajar û mal Akbatana delal... û Waşokanî... Bipirsin ji Anabasîs û reva deh hezaran Ji îskenderê xudan qoç Ji bavpîrên xwe ji Mongol û Tetaran.. Bipirsin ji dîwarên Nînewa ya heriftî ...û ji Xaçperestên serşikestî... Bipirsin ji nexşên ser kevir û zinaran ..ji şahê rojava, ji Dilşêr ...û ji van çiyana, ji Cûdî, Sîpan û Agrî, ji Bêxêr... Ma kî xudanê van deştan e? Kî avakarê van keleh û burcan e? Ev ne axa Kurdan e?!.. Ne Kurdistan e?!... Gelo! Bêjin dayîka we (Turkiye) çend salî ye?! Ma navekî wilo di dûrokê de berê hebûye? Kesekî bihîstiye? An jî dîtiye?!... çiye hûn me dikin koçer? Gelê me belav dikin li her der! Ma em xulamên we ne? Em kole ne?.. Êdî bese, bese hovino! Her tişt bi a we nabe Bila destê we ji ser me rabe.. Ev dunya her wilo nabe Late me jî her şikestî nabe.. û ciyê we Turkan, mîna qirikên zinaran, her li jor nabe... Êdî em jî ji temarê rabûn Ji nav qirêj û tariya dûrokê hilbûn Ta niha em di xewna biratiyê de bûn ...em nezan û çavkor bûn... Em hespê talanê ji bo Alî Osman bûn Em beranê qoçkirinê ji bo Kemalan bûn... Êdî bese, biratiya me nema Em û we ji hev cuda bûn Dil û kezebên me ji bedkariya we reş bûn.. ...û dest û piyên me di karê we de peş bûn... Di nav me de, Turkino! Sînor e bo her dema.. Sîngê me ji we wekî eytûnê …û dilê me ji we bûye kunê xûnê.. Her carekê me serî ji bo mafê xwe hilda We destê xwe bi xûna me hene kir ..û çave xwe bi ariya zarokên me kilda We em qir kirin wekî pez We talan kirin ji me mal û rez We em kuştin li her cî û li her gavê We şêx û melayên me darvekirin Keç û dotên me revandin, birin …û niviskar û ronakbîrên me..! we zincîr kirin, ji mêranî kirin.. We sermêrên Kurdistanê bi ganî avêtin nav agir û dest û pê girêdayî we avêtin çem avê... Ma eve biratî?! Eve hevaltî?!.. Rast hûn Romên malxur in ji nijadê gur in.. Êdî bese hovino! Êdî bese Turkino! We welatê me kir dûjeh Li her aliyekî ceng û şergeh Welatê me yê tev bihişt û gulistan We kir şikêr, we kir goristan... Erê! Li zindanên we mirov bê rûmet in Li dadgehên we mirov bê rûmet in Li parlemana we jî mirov bê rûmet in... Sermiyanê we di şaristaniyê de Kemal e Bavikê we Kemal e Xudanê we Kemal e... Ji Kemal pê ve we tenê şûr û mertal e.. Lê hûn nizanin ew Kemal kî ye Rovî ye an Tecal e...! Ma kesekî ji wî pirtir li me kir derew Ma kesekî wilo dibe pêşrew?! We li her bajarekî me ji wî re pûtek çêkir We zordariyeke xûnî li ser me pêda kir Heger ev gurê çile, zikbirçî, dev bi xûn bavê we be? Dê netewa, ku bi wî bawer kirî, çawa be?! Erê! Hûn bi ser me de hatin ji orta Asiya wek gêre û kulî We şaristanî li pey xwe wêran kir, we kir xulî We herifandin burc û kela We talan kir hebûn û dêrîna Mîdiya.. ...û hûn li seriyê me bûn heft bela... We li aliyekî Bulgar kuştin, We Yûnan kuştin, We Ereb kuştin ..û li aliyê din we qirkirin Ermenî... bi terzekî namirovî, bi şêweyekî genî... We ji me jî hercar bi sedhezaran kuştin Wek hinek daliqandin, hinek biriştin We gelek zarok li ber dîwaran, sêwî, birçî û tazî hêştin... Ma ji kuştinê pê ve karekî we yê din tune? Hûn çi ne?! Mirovin an hovin?!... Gava yek bixwaze we ji dil de bixeydîne Divê bi Kurdî bipeyive û bistirîne: - Ez Kurdim û ez hezdikim ji Kurdistan Ez Kurdim û herbijî Kurdistan.. Dê li dora wî yek û yek bikevin wek tirpan Dê ji qehra bimirin neviyên Tûran.. Lew re tev bi hev re, bi dengekî bilind, şivano tu li kuyî…?! - Her bijî Kurd û Kurdistan... Her bijî Kurd û Kurdistan...
·
119 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.