Gönderi

Vehatina Suwaran
Emê dîsa ava bikin Kevir bi kevir.. Gundên we wêran kirîne Di pêleke hovîtiyê da.. Emê ji nû ve paqij bikin Co bi co Avên we jehir kirîne Di rojeke namiroviyê da.. Emê dîsa biçînin Dar bi dar çiyayên we sotandîne Di demeke wêrankariyê da.. Bila cîhan hemî bibîne Em çawa tova jînê diçînin Di zinarên hishk da Di newalên tî û zuwakirî da û di aqarên bombe kirî da… Bila ji we re ev rûreshî bimîne Di eniya dûrok û mêjoyê da Di defterên law û keçên Kurdistanê da.. çiya çendî bilind bin, dîsa rê vêdikevin Ewrên resh û tarî, çendî bi kîn û hêrs bin dê rojekê bar bikin, birevin.. Wê marên li ser sîngê royê xwe cem kirîne, Bibin pelên payîzê û bikevin.. ..û ewên ji siya xanîkên xwe hatîne koçkirin Ji mal û zeviyên xwe hatîne hilkirin û dûrkirin di bahozeke hovîtiyê da di quncekî tariyê da.. Dê bibin dûvmeqeskên biharê dê bi ser gundên xwe da bifirin û dakevin.. ..û evîna min a dîsa pêl dide di dawiya payîzê da dê bo rêyekê bo venerekê bibe çiraxa di morantiya berbangê da Dê bibe hêviya karwanekê di vegerê da.. Dê bibe mizgîniya vehatina suwarên di cenga qederê da..
Cankurd
··
102 görüntüleme
Pîrhevok el Kurdî ❂ okurunun profil resmi
Emê dîsa Welat vejîn bikin ☀️
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.