Payebilindî
Welatperestî
Çekên Qelsan E:
Jarî Û Mestî
Zana Û Jîr Im
Bindestê Dijmin
Çiqas Dijwar E
Ewreng Bindestî
Destan Vemalin
Dakevin Meydan
Eger Dixwazin
Bigrin Serbestî
Ey Gernasên Kurd
Rabin Weke Şêr
Ji Xwe Bawêjin:
Xwarî Û Sistî!
Xebat Ji Bo Me
Divêt Bi Xurtî
Dilpak Û Zana
Gelek Bi Ristî
Welat Xwe Bûk E
Xwîna Me Qelen
Naxî Ber Sîngê
Bûkê Nexwestî
Metirse Ko Kurd
Pir Paş De Maye
Kesî Nedî Goşt
Bê Çerm Û Hestî
Qûnax Bi Qûnax
Diçî Ser Çiyê
Rast E Di Vê Rê
Gelek Diwestî
Welat Ta Kengî
Wilo Parçe Bî
Em Tev Di Nav De
Jar Û Şikestî
Cigerxwîn Îro
Gel Pir Şiyar E
Bes E Metirse
Kêr Gîha Hest