Gönderi

Ez Û Gundê Hesarê
Hesarê gundê me ye Deştek ne pir fireye Hawîr deshtawê çiya Li jor darên devî ya Herdû alî rez û dar Heta dighê ber zinar Çend çiyayên xwedî nav Ko me li wan dikir rav Şêx Sultan û şêx Sehor Çim û Hopê hawîrdor Deshta wê tev kanî ne Xo ew jêre danî ne Hatina wê gelek pir Rokê nebûn dexilkir Tirî, êmîş navdarin Heta berf tê li darin Doşaba wê pir biha Girantir bûye niha Ceh û genim gelek tên Nîsk û sholik belek tên Pez û sewal gelek bûn Li nav çiyan bi lek bûn Pembû, gelek diçandin Bi çinîn û kishandin Qitî, ecûr û şebeş Lê petîxên me pir xweş Hirmî, Bihok û hejîr Li ser daran dibûn pîr Nifshên tirî hezarin Belkî jî bê jimarin Rêçel û gûz û benî Gelek xwesh bûn, ezbenî Gundê me jî gelek şên Du ça dinav gund re tên Qesra axê li jore Hinqî kevne reng sor e Qesra sora pir bilind Bûye keleh ji bo gund Abora gund zêde ye Dewletek serbixwe ye Tishtek tenê neçê bû Zordestî ya axê bû Kurtêlxwerên wî dijwar Ji ber zora wan hewar Bêsh û bela giran bûn Ji ber wan em xezan bûn Ji ber zora sengela Derewên shêx û mela Pishta me bû xwar û xûz Bi axîn û kûze-kûz Eşîr dibûn dubendî Çi axa û çi gundî Şer û şewat û talan... Malik li me bû wêran Dijmin diket nav welêt Xwîna me tevan dimêt Dar û qamçî û lêdan Yan pere û yan zindan Tev nezan û nexwendî Yek jî nebû efendî Jin û mêr tev diçûn kar Karê tevan pir dijwar Palevan û gêrevan Tevan pembû avdidin Şivên rezan didinhev Herdû alî weke hev Kebanîya xweşmirês Dolabrês û teşîrês Kevanjen û tevinker Destevala diçû şer Derb û ber û av û nan Dibir ji bo ê shervan Hem nanpêj û riştebir Karê malê tev dikir Lê dar bi destê mêr bû Li ser jinê çi şêr bû ! Li vî gundî mezin bûm Ez biçûkî wek cin bûm Sêzde salî derketim Bi ber bayê xwe ketim Ji ber axê û Gerebêt Ev gund nema bi kêr têt Bavê min bû wilo got Em derketin cot bi cot Dil tijî bû ji derda Ko me gundê xwe berda Çûn cem Osmanê Temo Pashê çûn Bêdermemo Biner çib serê me hat Sibeh zû nû, Rojhilat Hate ser me Gerebêt Ji dev diçin ar û pêt Bi candirme, zirte-zirt Bi ser me de sibê girt Lê xelkê gund wek mêra Em veşartin wek şêra Ew serkarê dîn û bar Çi anî serê muxtar Ji bo me pir li wî dan Lê em nedan destê wan Candirme ko siwar bûn Hê ji nû em şiyar bûn Vegeriyan , hatin gund Lê dixwênin bûn û kund Birçîbûn û giranî Heçî nedî, nizanî Nexweşî û birçîbûn Derketin û bêcîbûn Giranî yek pir dijwar Xelkê goştê keran xwar Şerê giran kete jor Dijmin welat girt bi zor Du milyon kurdên bêçar Bi ser me de hatin xwar Birçîbûn û nxweshîn Di nav me de dimeshîn Bi vê êşê mirin pir Mêrê xuşka mijî mir Bavê min çû Amûdê Tenê mane, ez û dê Birayê min çûbû şer Li hinda Balîkeser Lê raborîn meh û sal Şevek revî hate mal Tev rizî û perîshan Dey li me kir: kanî nan ? Ew kesê ko direvî Nema karî derkevî Ew jî me şand Amûdê Dîsa mane ez û dê Zivistan çû, hat bihar Ez û wê jî hatin xwar Lê çawa borî sibat Hala mezin li pey hat Bavê min jî bi wê çû Nexweş ket û ranebû Em diçûne ser xetê Dibûn palên dewletê Tirên, dibirne Mûsil Dixwbitîn em ji dil Pashê ji Amûdê çûn Bêdermemo me kir şûn Bûne pêwanên reza Ji nû ketin nav diza Diya mina kevnejin Tevinker û kevanjen Dilovan û bîrewer Ev jîn pêre neçû ser Diya ji min hezdikir Nexweş ket û li wê mir Çawa tê ber çavê min Agir tê hinavê min Mele Xelîl jin anî Li min bû bargiranî Di wê çaxê, wê mehê Vegerîyam cem xwehê Nazdar û efendî bûm Yanî quranxwendî bûm Lê wê ez kirim şivan Tenê ji bo kinc û nan Heta salên min bûn bîst Hish û mijî ji nû lîst ; Çiman ez dibim şivan ? Çima nabim xwendevan ? Ji nû çûme xwendinê Min çav berdan vê dinê Melayê Hazda banî Bîst û heşta jin anî Lê min hespê xwe bezand Ta şihada xwe sitand Hingî derbas dibû jîn Serpêhatî me pir dîn Şer û şewat û kuştin Dil û ciger dimiştin Ji sala bîst û çara Ketim rêza hişyara Ji bo jîn û felatê Ketim nav kêferatê Ji çîroka Mem û Zîn Navê xwe kir Cigerxwîn
·
33 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.