Gönderi

Ew Tav Leylan Û Çavên Te
Ne ew tav bûya Min ê çardeh qirnan Av vexwara ji wan her du kanîkan Ew tayên porê te Min ê di hemû çepera dil de biçanda Bi emeletî xwe hilkira heta çongê Bêr di dest de Di hênikahiya her sibehên xwedê de Av bidaya Wexta ku te got "hezkirin bi te re nemaye" Kelemên peyvên te li kezeba evîna min ketin Xwîna lokekî jê çû Ne ew tav bûya Evîna min a birîndar nedibû leylan ûli ber çavên reş winda nedibû Ew çav talde bûn çilê havînê li ber siya wan çilê zivistanê Ji ber pûk û bandebê tê de distrîm Te got "hezkirin bi te re nemaye" Ez ê rahêjim şûr û mertalê xwe Behrîbelek ji mîrze mihemed bixwazim û derkevim seyda peyvên ji çavên elsayê re nehatine hûnandin Berê xwe bidim paş çiyayê qaf Mirin ketiya çavên min Bi xezebeke mezin Rişmê li behrîbelek berdim û bi çiya û geliyan kevim Di ser lat û zinaran re Gur û wawîk şevreşk û cin Veciniqin ji agirê ber lingên hespê min û ku hê jî kela min nerijiya Ez ê bibim mihemedê seîd axa Xwe berdim binê sînema amûdê Sisê bi sisê çar bi çar Zarokên kurdan hembêz bikim û dîsa vegerim Yekî din Yeke din xelas kim Heta ku textên bin lingên min herin xwarê û ew bibe cara dawîn Ez jî bişewitim tê de Ez ê bi gelek peyvan evîna xwe nexş bikim Dilê xwe pê ve bikelînim û bi xwîna xwe rengerengî bikim Bînim diyarî te bikim Ku dîsa evîna min bû leylan di binê wê tavê de û ji her du çavên sayî winda bû Wê çaxê ez ê xwe cara bîst û nehan bikujim Bila te hay ji evîna min hebe û zanibe ku ya evîna min dihelîne Li ber çavên reşbelek winda dike Ew tava ji kelkela dojeha mirovatiyê dertê ye Meytê min avêtibûn binê pira diêmê Xwîn kiribûn ava zemzemê Piştî ebabetê vedixwarin Hatim di vir re derketim Wexta ku te got "hezkirin bi te re nemaye" Bê nifir û bê fatihe Emirqutî bûm Mirim Min dev ji nivîsandina pirtûkan berda Ez ê qelemê di ser dil de cit bikim Zarokê dayikeke bindest im Peyv zû li min dikeve Ma sê dem û nîv emir Ne hindik e ji te re qera min Ez serê xwe li kîjan kevirî xim Kîjan risteyên bi ber çavên tîrêj neketine Birêsim bi vê bêkêriya xwe Helbest rezê xelkê ye Ê min mêwek jî nîne Ew çavên te Ku çav lê diketim bedewî dibûm Dev ji nage û lokê xwe berdida û êrîş dikirê li wê çola xwedê Bi hêviya ku tîna xwe bişikênim Wexta ku min fêm kir Elî û welî xelîl û celîl e Nema hewce kir ku herim Ne dêrê ne mizgeftê Ez ê bikim haho Heta ku dengê min bi ser ezana melê û zengilê dêrê keve Ez ê sîpanê xelatê xera bikim Heyfa siyabend li erdê bimîne Stenbol wê bide ser şopa sîpan çelqîna şîrê satilên te Mizgîna biharê Bereketa bêriyê bû Kefa ser xilolîkên berfê Ew peyv li min ketibû carekê Wê şevê Digel misilmaniya xwe Min heft celeb mey Du pakêt cixare çar pênûs Du tomar kaxiz danîn ber xwe Bi ser de jî Deng û awazên mihemed şêxo Min meya xwe vexwar Cixare qedand Pênûsê kaxiz alast şirîta "ay lê gulê" Qulibî û hey qulibî Jana min kêlîkekê serê xwe daneanî û raneza Ez ê pênûsa xwe bişikênim Kaxiza xwe biçirînim Qerfa xwe binax bikim xortxapînokê Bila ew dil dunig lê nexe Amed bi bêbextiyê nehise Ez destevala marne Bê qerf Ez ê serê sibehê rabim Xwe girêdim Solê di pê xim Pêlên mirovan biqelêşim Berî bidim mala kawa nemir Li dêrî xim Xwe bavêjm dexlê wî Ji bo ku hest û jana min Li ser baskên helbesta xwe bike û paşê bînim Bifirînim Bila bê xwe li ser dilê te dayne û ku hê jî tu ji min bawer nebûyî Ez ê çavên te biterikînim Bi ser de jî Nema qala azadiyê bikim Mêjiyê min kuçe bi kuçe direve Ji ber himehima dilê min Duh Li ber lingê dayika xwe penaber bûm îro jî li vir Ji ber ku li pey evînê digeriyam De ka were canê çavxezalê Bêje ku min ev peyv ji ber êşa dil An ji ber tiştekî din got Devê min xelitî Ez ê têkevim baxçeyê her helbestvanî Riya xwe bi ser ê aragon jî bixim Heft reng kulîlk bidizim ji her du çavên te re Carinan roj sar dimîne Havîn dirikrike ji serma Bihar qet nalîrîne Bargiraniyek dikeve ser laşê mirov Dil bedenê Beden dil tehmûl nake Ew satilên di zendên te de Sîr tê de kef nade Êdî tu ne bêrîvan î Bêhna gul û gîhayên zozanan ji te nayê Mirov ji azadiyê ditirse Masî ji avê direve Evîn bi naletê dikeve li van deran Loma bi çolan dikevim diherim û qeys henekên xwe bi min dike Divê ez xwe bi esmanê heştan ve daliqînim Ên di binê heft esmanan de Meytê min nebînin Ku tu jî di binê wê tavê de bibî leylan û bêjî "hezkirin bi te re nemaye"
·
99 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.