Gönderi

Teqîn Li Hev Dixin Bajêr
Teqîn lihev dixin bajar, civîkên li esîmanan, kevokan, rêyên kevokan !! Tu ê çi bikî ji pêvî ku kevokek biterqî bi aliyan de?!! Bi aliyan de diterqin term xwîn, parçeyên terman û dilê te ji te dikeve, qidûmên te jî !! Rûniştîyî tu, çixareya xwe dikişînî, diramî, yan dixwî, û dengek te jihev dixe, weke bagerekê, çerqîniyê ji pencereya te tîne dihejîne mala te, weke ku bi ser te de bikeve, çendî tu dûr bî, tu hest dibî ku dilê te hilqetiya, çiriya zemîn, tu pekiyayî, çûyî. Kêlîkeke dirêêêj ji te re dive, kêlîkek e û tu ê spasiya zexeliya xwe bikî, ku di xew de dereng mayî, neçûyî kar, spasiya xwîn tehlekî bikî, li ser rê pêrgî te hat, bi pirsên xwe hiştî ji teqînan, ji mirineke bêqidoş, tu ê birevî, qîr bikî, bigrî û li dûmana teqînan binihêrî çawa bi canan re hildikişe esîmanan, winda dibe bi canan re, dûûûr, dûûr dice… Birûxin teqîn, bijîn çivîkên me yên bizdehayî…
Ciwan Nebî
·
77 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.