Gönderi

Zarokên Pijiqandî
Reviyayî ji xelîtkên bavên xwe bajar serbestiyek ji ferhengan derdixin û li qeraxên kolanekê, di meydanekê de bitenê di bîreweriya xwe de vedihisin zarokên kurda ne tu ê ji sixêfê wan nas bikî. Reş dîroka te ya li riwê wan belavbûyî, nav tiliyên wan yên û avê ji hev xeyidî de wê çendî bi te giran be. Zarokin weke porê xwe gêj li bajaran rojên xwe boyax dikin, bi firçeyan zaroktiya xwe dimalin û çavên wan li te ne tu ê çi bikî ji pêvî çend kufiriyên ji qehra û derbas bibî? Wê xwe zer bikin te û tu ê jinişkave lingên xwe li ser maseyeke bi qasî temenê wan biçûk bibînî. Wê sîka wan bi buksan bi xwe bikeve ta westandinê ji te peya bikin û ta xwe di solên te de bibînin wê wan biçirisînin û binihêrin çawa diya wan ji riwê wan bar kiriye. Na nagirîn zarokên ku xar û heftokên xwe li gund hiştî, ne jî li hêviya te dimînin ta tu bi çend diravan darên bavê wan hilînî. Zarokên gunda ne, li ser qeşa bajar bi kenê xwe re dişemitin, êvaran bi zor malê xwe ve….. êvaran malê xwe ve……. êvaran bi zor ser xwe ve…. êvaran bi zor ser malê xwe ve dibin malê wan yên dûûûr weke qeraxê kolanên ku her sibeh maseyên xwe li ser wan dideynin.
Ciwan Nebî
·
169 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.