Hat ser dil perwana dil
Kişandî hemû derd û kul
Perwana dilê min kî ye
Xwedya por li ba çav bi kil
Perwana min pir rengîne
Kesk û sor û zer û şîne
Perwana dilê min kanî
Were vir dil bi birîne
Perwana min li firokê
Di fire tim li ber rokê
Perwana min gelkî xuşik
Dêm sore ji xecxecokê
Ew perwan agir di şîne
Pê dilê min di şewtîne
Ew agir arê evîne
Ax û nalîna tim tîne
Nalînê pir kûr û dijwar
Nalînê ji reh û damar
Ax ax hewar û sed hewar
Ji derd û kul û êşê yar
Hey lê yarê lê lê yarê
Tu gula li şaxê darê
Xweş bik dilê min yek carê
Hey gula li gulîzarê
Tuye lê dilê wan gulan
Ez pelê rengîn lid or wan
Tu gul û çîçeka şevan
Te digrim bi ro ji çavan
Tu ye heca evîndaran
Tu şahya dilê hejaran
Tu hingivê nav kewaran
Te vexum her tim û caran
Tu ye bayê vê jiyanê
Tu rewana divê canê
Kî di de soz û peymanê
Ew bayê li vê cîhanê
Kî kare xwel ber te bigre
Dibên evaya nîgare
Bide wan heyvanê kare
Ji karê vîn û vîndare
Ma qey vîn mero pîr dike
Ma qey vîn por sipî dike
Vîn serê mero jê dike
Bi birhû dasa jê dike
Lava ji te bikim vînê
Min pîr neke li vê jînê
Serê min qet ne êşînê
Wer derman ke vê birînê
Birîna min gul nisrîne
Bêhn nema pel çilmisîne
Raj wê gulê bi qewrîne
Têx ber guh ji xwer bik zîne
Birîna min taya vîne
Germe germe ew bi tîne
Nav dilê min di şewtîne
Bêlo we be kes ne bî
Dilbend Xelîl