Gönderi

Mala Dilê Min Ava Be
Ey dil mala te ava be Bes e ji vê xewê rabe Ev halê te dê çawa be? Dijminê te pir xerab e Were tu bi wî nexape Ew dijmin li te siwar be Nayê xwar get peya nabe Nebêje ev çi hesab e Bizane wekî nehsan be Tu ne kêm û ne noqsan be Hem ne li pê wan dewsan be Ji bo welat baş insan be Xwedî lîsan û ziman be Dê zimanê te winda be Bê ziman derî venabe Tu zimanê xwe hîra be Di tariyê ve çira be Lewma bê ronayî nabe Wekê ronayê tu hilbe Bila bêkinc û bêcil be Dawiya umrê me tirb e Bila dijmin ji me sil be Ey dilo were zana be Ji nezaniyê tişt nabe Ev tişta han bê pişt nabe Ji bo welat piştevan be Tu ne aliyê xiştan be Piştevanê van tiştan be Divê sar be zivistan be Tu bi mêhla Kurdistan be Herdem ne li bin destan be Tu evîndarê dostan be Were şagirtê hostan be Ber piyan ne wek postan be Herdem sadiqê dostan be Wekê piling û şêran be Herdem bi terzê mêran be Ev gotin ji bo xêran be Dilbêzar Bêkes heyran be
Dilbêzarê Bêkes
·
64 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.