Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Bernameyeke gelek girîng!
youtu.be/kvvYX18bqIg?si=... Bi taybetî du tişt bala min kişand, a yekem; nav Kurdan da 'elimandina dijderxistinê (disprove, çürütmek) psîkolojîk. Rewşenbîrê jîr û zana Peşraw Mihemmed, li ser pirsa "Ên çepgir çima almanya û îsraîl emperyalîst dibînin lê dewleta tirka, farisa û ereba nabînin?" bi qurtasî dibêje ku "bela dijminkirinê wana hêsan dibînin werê dikin." Vêya pêkan e, bi îhtimaleke mezin rast e jî. Lê ji bo dijderxistinê argumanekî, argumanek qels e mixabin. Çimkî dikeve mebest xwendinê; mebest xwendin jî kuştina niqaşê ye. Bo nimûne, yekî were û ji min re bêje mebesta te ev e anku ne ev e, ezê çawa îsbat bikim? Hew ez dikarim bêjim "na." Girêdayî vê babetê, heger em ji wan re bêjin "armanca we anku dawxaza we dijminkirinê hesanî ye" ewê bêjin "na ne werê ye, ma tu di hişê min de ye, tu xwedê ye, şêx e, serrafa mirova ye?" Ji ber vê yekê, divê em argumanan, ligel ew argumana hanê dijderxin. Heger arguman rast be, rast e, xelet be, xelet e. Yan jî heger çalakî rast be rast e, xelet be xelet e, "mebesta te ne girîng e û ne xema min e birayê min." Xala duyem, hişmendîyê kolektîf e. Steve Biko, ji bo çermreşan, dibêje ku reşbûn ne girêdayî çermê lê girêdayî hişmendîyê ye. Mînak, yekî çermreş serxwebûn û azadiya reşikan neparêze, ji bo hegomonyayê spîyan hewl bide, çi girîngiya reşbûna wê/î dimîne? Kurbûn jî werê ye, anku divê werê be. Em Kurdbûn nikarin 'tenê' girêdayî ziman jî bikin. Gelek Kurdîaxivên xwefiroş, bişaftî, entegrasyonîst û hwd. hene. Wê demê Kurdbûn yan jî hişmendîyê Kurd, divê miheqeq girêdayî cudahî û serxwebûna Kurd û 'Kurdistan' bibe. Ji bo hişmendîyê Kurdbûn, hêmanên pêwîst û neguherbar ev in.
·
1 artı 1'leme
·
70 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.