Gönderi

Baz
Tu ê jî mezin bibî helbet rojekê piştî rojekê li dawiya rojan mayende... qencî-xerabî; aderî-binketî du nasname ên bî/mayî ji laşekî dijberî hev û tevlihev/sar ango germ dê bibine diraxe li hêviya bijartineke neserbixwe û rê ên tî û dirêj dureh wê bikişin ji serê pozê pêlavên te..! Rastî, ji du robarên bi hev re yek tall û yek şor wê biherike şêraniya şetê dilê te î xas û baran, tenê ji bo tawanbariyê wê bibarin li pêlên pêdiviyên bêdawî..! Bazê min! li êvara neheqin û qet jibîr neke; êvar xapînok in, rojê carekê wê ji te veşêrin ronahiya şevê xefik û dehfik derbasok in dema tu jîr bî û eger, li kelem û kemînên şevê nelikumî, berbang ne dûr, stêrkên çavên te bi xwe ne!..
·
59 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.