Gönderi

Hezaz Xalî
li wê çolê, li wê berpalê ji zemanê sed û bîst û çar hezar pêxemberan û bi vir de, ji newala kesk û şîn a zarotiya min heft çiya û heft geliyan bi wir de bi bakur de birîneke kûr, dûr û tarî birîneke kevnar, sar û xalî ji du devan dinale di zikê erdê de li binê wê newalê... çendî û çend dewran, bêsilav çendî û çend tofan, bêkelam bi bayê xezebê hatin û çûn hovane, çavsor, bêfedî li ser devê te keserên qelişî û di çelqên te de tîbûna çiryayî ku guhanên ewran diguvaşt sibeheke payîz a por weşiyayî, reş kirin û çûn lê kesî nedî, kesî nedî ziwahiya li ser zimanê te yê bejî ku bi taya tenêtiyê dibirijî ku bi taya tava tenêtiyê dipijiqî... kesî nedî bêhay û bêpay ji aşîtiyên gêrgêre bi sedan kevokên bej, rengarî sal duwanzde meh û roj bîst û çar carî li hendesa te ya tije qul û kinas dil diketin tenêtiya xwe ya tenha û çarenûsa çaralî ya evînên berî li çeperên hilferîna peran dineqişandin ji bilî asêgehên xewle û tarî wargeh hilnebijartin, hêlîn çênekirin xwe ji awirên xure veşartin û xwe nespartin bextê hezkirina destên kedî... her kes reviya, qetiya her tişt ji xwe û ji dahatûya xwe gund û zozan vala bûn ji sertara gir û kepezan, dorana çiyan pêjna germahiya dengan qut bû û çûn lê ew li wir man wekî rengekî biyan, çiya hejiyan newal qîriyan dirinde terqiyan lê ew ji cihê xwe qet neliviyan... û îro xewna min nahêle ku bitebite dilê min lê çi bikim qelaç bi kaş zinar sar kevir kerr newal lal û piyên min qels in, gelo heye ku ez te bibînim bi çavên zarokekî, careke din?..
·
42 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.